22.12.2012
Efrîn -
Amadekariyên di ware ziman û perwerdeyê de li seranserê Rojavayê
Kurdistanê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li navçeya Şiyê ya Efrînê
mamosteyên ku perwerdeya xwe ya pola yekemîn qedandin, hatin ezmûnkirin.
Xebatên
ziman û perwerdeya bi zimanê Kurdî li seranserê Rojavayê Kurdistanê
berdewam dike. Ji ber nebûna mamosteyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya
Rojavayê Kurdistanê lez da xebatên amadekirina mamosteyan.
Di vê
çarçoveyê de bi pêşengiya SZK’ê li seranserê bajar û navçeyên Rojavayê
Kurdistanê mamoste têne perwerdekirin û amadekirin. Bi heman armancê doh
li navçeya Şiyê ya Efrînê ezmûna 75 şagirtên ku dewreya xwe ya refa
yekê bi dawî kirin hate pêkanîn.
Mamosteyên SZK'ê çavdêriya
ezmûnê dikirin. Her wiha, pirsên ezmûnê ji aliyê mamoste Cemîl Beko, M.
Ferîd Cemîl û Temûz Şemalî hatibû amede kirin.
ANF