Dirbesiyê -
Sivîlên ku derdora mehek beriya niha ji aliyê komên çete ve li
Serêkaniyê hatibûn desteserkirn, piştî bexwedana mezin a YPG’ê di
çarçoveya lihevkirinan de serbest hatin berdan û bi coşeke mezin hatin
pêşwazîkirin. Kesên serbest hatin berdan li Dirbesiyê ji aliyê hezaran
kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Duh saet di 18.00 de kesên ji aliyê
komên çete ve hatibûn girtin û serbest hatibûn berdan, li Dirbesiyê bi
coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Piştî gelê Dirbesiyê nûçeyê
bihîst, daket qadan û coşa azadiyê pîroz kirin. Girseya gel guh neda
sermaya zivistanê û bi hezaran kes li hev kom bûn.
Karwanê kesên
serbest hatin berdan saet di 18.30 de bi fîtik û tililiyan hate
pêşwazîkirin. Piştî turek li nava bajêr, endamê YPG’ê Halîl Cemal
axaftinek kir. Di axaftinan de berxwedana mezin a YPG’ê li Serêkaniyê
nîşan da hate silavkirin. Coşa gelê bajêr heta derengiyê berdewam kir.
18.12.2012 ANF
|
|