Amûdê -
Saziya Malbatên Şehîdan li Amûdê 4 ji zarên xwe yên ku di heyva
kanûnê de ji salên cûda, di şoreşa azadiya gelê kurde jiyana xwe ji dest
dabûn bi merasîmeke girseyî bi bîr anîn.
Merasîm li Navenda Çand
û Huner a Hûrî, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê
Saziya Malbatên Şehîdan Mesûd Şêxmûs ji girseya gel re axivî. Şêxmûs di
axaftina xwede diyar kir ku şehîd bi bijartina riya berxwedanê û
fedekariya ku di dirêjiya berxwedana xwe de dan, hîmên bingeha azadiya
gelê kurd bi xwîna xwe damezirandin.
Her weha Şêxmûs destnîşan
kir : "Gelê me ji berxwedan despêkê ku Heqî Karer, Kemal Pîr û Mazlûm
Dogan ta berxwedana ku hevalê me Goran Dêrik li Serêkaniyê dan li himber
komên çekdar da meşandin, gihiştiye asta rêxistinî ku îro heye.”
Piştre
birayê Şehîd Rustem Cûdî Xelîl Osman ji girseyê re axivî û bal kişand
ser berxwedana ku niha li Serêkaniyê tê meşandin, her wiha Osman diyar
kir ku kesên ku jiyana xwe li Serêkaniyê ji dest dane, berdewamiya
berxwedana van çar qehremanên ku îro tên bibîranîn.
Merasîm bi
axaftina cîgira Serokê Meclisa Bajarê Amûdê Xalya Hecî Qasim dewam kir.
Qasim di axaftina xwede diyar kir ku şoreşa îro li Rojavayê Kurdistanê
berdewamiya berxwedana şehîda ye. Birayê şehîd Hewas jî helbestên li ser
şehîdan û berxwedana Serxkaniyê ji girseyê re pêşkêş kir.
Di
dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta he çar şehîdan teslîmî malbatan
hate kirin.Şehîdên ku hatin bi bîranîn evin Cuma Mihaemed, Ehmed Derwîş,
Ebdella Şoreş û Hewas Sedo.
ANF