Amûdê -
Li Rojhilatê Kurdistanê piştî berxwedana li Heleb, Efrîn û herî dawî
Serêkaniyê ya tevlîbûna nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'ê jî
zêde bûn.Li bajarê Amûdê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi merasîmekê beşdarî nava refên Yekîneyên Parastinê bûn..Kordînasyona
Tevgera Ciwanên Şoreşger, piştî êrîşa li dijî bajarê Serêkaniyê, ji bo
xurtkirina parastina gel li hemberî hewldanên destwerdanê, dest bi
pêngava tevlîbûna nava refên YPG kiribû.Koordînasyonê diyar
kiribû ku ew ê bi vê pêngavê hezar endamên xwe tevlî nava YPG bikin. Di
çarçoveya pêngavê de, bi dehan endamên tevgera ciwanên şoreşger li
bajarê Amûdê bi merasîmeke fermî tevlî nava refên Yekîneyên Parastinê
bûn.Li aliyê din li Hesekê jî di çarçoveya pêngavê de 15 taxim tevlî nav rafên yekîneyên parastina Gel YPG'ê bûn.ANF NEWS AGENCY
|
|