Amûdê -
Li hejmara ciwanên Kurd ên di nava leşkeriya rêjîma Sûriyeyê de tên
kuştin, yekî din zêde bû. Ciwanê Kurd ê ji Amûdê Alan Şêx Mûsa li
paytexta Sûriye Şamê di encama şerê hêzên rêjîmê û komên çekdar de
jiyana xwe ji dest da..
Alan Şêx Mûsa di sala 1992'an de li
bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Mîna gelek ciwanên Kurd, Alan Şêx Mûsa jî
leşkeriya xwe ya bi darê zorê li paytexta Sûrî Şamê dikir.
Tevî
ku ciwanê Kurd leşkeriya xwe beriya 2 mehan bidawî kiribû jî, lê
rayedarên artêşa rêjîmê weke hergav destûr nedan wî ku vegere mala xwe.
Beriya
çend roja hevalekî Alan ê leşkeriyê bi rêya telefonê têkilî bi malbata
wî re danî û ragihand ku 11 vê mehê li herêma derdora Şamê di encama
şerê hêzên rêjîmê û komên çekdar de jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê ciwanê Kurd ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li bajarê Amûdê hat veşartin.
17.12.2012
ANF NEWS AGENCY