19.12.2012
Koln -
Li gor reporteke sixûrî ya dezgehên Amerîkî heta sala 2030 li cîhanê û
li Rojhilata Navîn gellek rûdanên balkêş tên texmînkirin ku di nava wan
de avakirina Kurdistanê jî heye.
Ji
aliyê dezgehên sixûrî yên Amerîkî ve 5 salan carekê bi navê "Senaryoyên
pêşerojêˮ reportek hat ragihandin. Rapora bi navê "Rûdanên Gerdûnî
2030: Cihanên Alternatîfˮ ku ji aliyê Konseya Sixûrî ya Netewî ve hatiye
amadekirin, bûyerên ku di 17 salên dahatû de rûbidin, destnîşan dike.
Li gor reporta navborî du senaryo hene ku yek baş e û ya din jî xirab e.
Li gor senaryoya baş Amerîka, Ewropa û Çîn wê serkêşiya Cîhanê bikin û
li gor senaryoya xirab jî wê di nava dewletan de alozî û nakokî
derkevin. Report cih dide Tirkiyeyê û bilindbûna egera dewleteke kurdî
jî û tê gotin ku avakirina dewleta Kurdan wê yekîtiya Tirkiyeyê
hilwesîne û ji bo rêliber girtina vê yekê jî "hevkariya dewletanˮ
destnîşan dike. Report derbarê Kurdistanê de ev agahî dide: "Kurdistaneke
mezin wê ji bo yekîtiya Tirkiyeyê bibe metirsî û herwiha ji bo dewletên
cîran jî dibe alozî. Li Rojhilata Navîn wê bi damezirandina Kurdistanê
sînorên dewletan jî bên guhertin.ˮ Di reportê de herwiha behsa
demografiya Kurdan jî tê kirin li Bakurê Kurdistanê. Tê gotin ku heta
sala 2030 wê her jineke kurd bi kêmanî çar zarok bîne dinyayê û ev
hejmar jî wê metirsiyên siyasî derxîne pêş.ˮ
Rûdaw