22.12.2012
Endamekî encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê radighîne ku,
eger bi zûtirîn dem harîkarî û hevkarî li Herêma Kurdistanê pêşkêş bi
Kurdên Sûriyê nekin, pêşbînî tê kirin ku bi milyonan Kurdên Sûriyê wê
koçî Herêma Kurdistanê bikin.
Şelal Gedo bi daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand û
got: "Rewşa Kurdan li Sûriyê li jêr gemaroyekî aborî tund deye û di
warê xwarin û derman û sotemeniyê de tiştek nemaye ku pişta xwe pê girê
bidin ku nirxê yek kîsê nan bo 5 dolaran bilind bûye."
Gedo got: "Bi egera şer û karîgeriyên wê, nexweşî li nav
welatiyan belav bûye û eger rewşa Kurdên Sûriyê bi vî awayî bidome ewê
koçên milyonî bo Herêma Kurdistanê destpê bike û doza Kurd ji dozekî
siyasî diguhêre bo miletekî penaber."
Navbirî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi lez
alîkariyê bighînin Kurdên Sûriyê û sînor bêne vekirin ku tevgera
bazirganiyê destpê bike.
Şelal Gedo ev yek jî aşkira kir û got: "Welatên Ereb berdewam
hevkarî û alîkariyê dighînin Ereban lê belê heya niha alîkarî
negihîştiye Kurdên Sûriyê, ji ber vê yekê em bi pêwîst dizanin ku bi
rêya PUKmedia`yê em bangewaziya xwe bikin û daxwaza hevkariyê ji Kurdên
Herêma Kurdistanê bikin."
Sebaret bi ziyanên koçbûna Kurdên Sûriyê bo Herêma
Kurdistanê, Gedo da zanîn ku hemû hewlên wan bo wê yekê ye ku Kurdên
Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê nebin ji ber ku koçbûn wê ziyanekî
mezin bighîne doza Kurd li Sûriyê.
pukmedia