HEWLÊR,
16/12 2012 — Biryar ew e ko sibe duşemê (17/12 2012) wek roja alaya
Kurdistanê hemî çîn tebeqeyên herêma Kurdistanê alaya welat bilind bikin
û girîngiyeke taybet bidin pîroziya alaya Kurdistanê.
Li gor Basnewsê, hejmareke zêde ya rêxistin û komeleyên civaka sivîl
ên bajarên cuda yên Kurdistanê biryar dane sibe wek roja alaya
Kurdistanê kar û çalakiyên taybet li dar bixin û li cihên qerebalix û
giştî ala welêt li xelkê belav bikin.
Bi vê minasebetê sibe li dibistanên Kurdistanê slava alayê tê
rêkxsitin û alaya Kurdistanê tê bilind kirin. Tê çaverê kirin ko
hejmareke zêde ya otomobîlên Kurdistanê jî alaya Kurdistanê daleqînin.
Herwiha tê çaverê kirin ko kultura bilindkirina alayê li ser malan
bê çêkirin û ji sibe û şunde xelkê Kurdistanê alaya Kurdistanê li ser
malên xwe bilind û berba bikin.
16.12.2012
nefel
|
|