ruksel -
Konferansa 9’emîn a Kurd li Parlementoya Ewropayê bi balkişandina ser
diyolog û muzakereyan dest pê kir. Ji organîzatorên konferansê Seroka
Komîsyona Sivîl a Yekitiya Ewropa Tirkiyeyê (EUTCC) Kariane Westrheim
got; "Li her derê muzakere pêkan e, lê divê vîn hebe.” Leyla Zana jî
bang li YE’yê kir ku helwesta xwe ya li hemberî Kurdan ‘zelal bike’.
Helene Flautre jî xwest ku ji bo Ocalan bikare rola xwe ya siyasî
bileyize, şert û merc bêne sererastkirin.
- 9’emîn Konferansa Kurd
li Parlementoya Ewropayê (PE) dest pê kir. Konferans bi piştevaniya
Sermetranê ji Efrîkaya Başûr ê xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê Emeritus
Desmond Tutu, Dr. Şîrîn Ebadi, Bianca Jagger, Profesor Noam Chomsky,
Nivîskar Yaşar Kemal, Nivîskar Vedat Türkali û Leyla Zana pêk tê. Ji
vana Leyla Zana û Bianca Jagger di amadekariya vekirinê de cih girtin.
Axaftina
vekirinê ji aliyê Seroka EUTCC Kariane Westrheim û Parlementerê Koma
Çepgir a PE’yê Gabi Zimmer, Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û
Seroka Parlementoya Têkel ya PE-Tirkiye Helene Flautre pêk hat.
WESTRHEIM: DIYALOG DIVÊ
Konferans
bi Tirkî, Înglîzî, Almanî, Spanî û Flemanî pêkhat. Ji ber nebûna
wergera Kurd Seroka EUTCC’yê Kariane Westrheim xemgîniya xwe anî ziman.
Bal kişand ser muzakereyên di navbera FARC û hukûmeta Kolombiyayê de
got: "Li her derê diyalog pêkane, lê divê berî her tiştî vîn hebe.”,
Westrheim
diyar kir ku ew ê sibê ji bo Endamê KNK’ê Amed Ûzûn ê ku ji aliyê
dewleta Franseyê ve hatiye girtin, daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
ZIMMER: DIVÊ ŞERT BÊN PÊKANÎN
Parlementerê
Koma Çepgir a PE’yê Gabi Zimmer jî bal kişand ku parlementerên CHP û
AKP’ê tevlî konferansê nebûne û got: "Ji ber tevlînebûna wan em xemgîn
in”. Zimmer diyar kir ku "ji bo em beşdarî civînên wiha bibin divê em
wêrek bin” û bal kişand ser girtin û binçavkirinên li Tirkiyeyê û da
zanîn ku ev yek dê ji bo endamtiya Tirkiye bo Ewropayê bibe pirsgirêk.
Zimmer
got; "Bi van mercan ne pêkan e. Divê Tirkiye hin şertan pêk bîne, wê
demê mimkun dibe.” Zimmer destnîşan kir ku têketina Tirkiyeyê li
Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Ûca hatiye
qedexekirin û bi bîr xist ku ji bo piştgiriya bi girtiyên di greva
birçîbûnê de çûbû Tirkiyeyê û hate binçavkirin.
ZANA: DIVÊ PE’YÊ NÊZÎKATIYA XWE YA LI HEMBERÎ KURDAN ZELAL BIKE
Parlementera
Serbixwe ya Kurd Xwediya Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov ya PE’yê
Leyla Zana axivî û got: "Ev cara yekem e ku 4 jin bi hev re li dîwanê
rûdinin. Me her sal bi Kurdî dest pê dikir. Vê carê daxwaza dostên me
bû. Gotin bila krîz dernekeve. Vê carê em ne ji bo krîzê, em ji bo
çareseriyê li vir in.”
Zana bi bîr xist ku Xelata Nobel a Aşitiyê
dane YE’yê û ji ber vê yekê YE’yê pîroz kir. Zana bal kişand ser rola
YE’yê ya di çareseriya gelek pirsgirêkên li cîhanê de û got: "Divê
Ewropa jî cîhan jî helwesta xwe ya Kurdan zelal bikin.”
Zana da
zanîn ku divê banga azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê YE’yê ve were dîtin û
got: "Kurd di pêvajoyeke girîng a dîrokî de ne” û bal kişand ser rewşa
Bakûrê Kurdistan, Başûrê Kurdistan, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.
Zana
ku got: "Kurdên Bakûrê Kurdistanê faktora herî girîng a demokrasiya
Tirkiyeyê ye” diyar kir ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ji hev
veneqetiyane û got: "Kurd nîşanî ker kesê didin ku ji hev du
veneqetiyane.” Zana ragihand ku gelê Kurd li hemberî zilm û otorîtetiya
dewletan têdikoşe.
ZIKÊ KURDAN ÊDÎ BI GOTINAN TÊR NABE
Zana
di derbarê pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê gotî ; ‘’azmûna Tirkiyê ya bi
meseleya kurd jibereya wê ya 100 salî nekariya xira bike’’ di derbarê
nêzîkatiya dewletê de jî wiha pê de çû; ‘’bi mantiqa min û kir û çû û
serarastkirinên bêbingeh sînordar e’’
Zana vegot ku zexta polês û
darazê ya li ser tevgera kurd hê bêhtir zêde dibe, diyar kir ku zemîna
diyalogê ya ku bi PKKê re hatî destpê kirin nekariya bidomîne û tecrîda
li ser Rêberê PKKê, Abdullah Ocalan didome. Dîsa Zanaya ku bal kişande
ser bincilkirina kuştina zarokên kurd û komkujiya Roboskê, rakirina
destlênedena parlementerên kurd jî bi bîr xist.
Zana got;
‘’Aşîtî karekî pir dijwar e, yek ji bivenevê ya vî karî avakirina şertên
ewlekariyê ye’’ û binê wê kirpan ku êdî kurd bi ‘’peyv û gotinê’’ têr
nabin. Zana derbirand ku bi gavek bi pêş de û du gavan bi paş de di
rêya çareseriya pirsgirêkê de ti pêşkeftin çênabin, û got; ‘’pêdivî bi
gavên jidil û berbiçav heye’’ û xwest ku hikûmata tirk bi rêya dîyalog û
hevdîtinan, di derbarê çareseriya pirsgirêkê de pêşniyareke ku hemû
hêlan tevlî bike pêk bîne.
Zana got ew di makezagoneke ku wê
îktîdarê sînordar bike û demokratîk de rikdar in û dema ku behsa
pêvajoya çêkirina Makezagonê kirî, binê wê xêz kir ku qet behsa wê nehat
kirin ku sîstema xitimî wê çawa vebe, wê bêhna civakê çawa vebe û
gavên demokratîk çi ne. Zana got dema ku makezagona nû dihate çêkirin jî
kêmkirina benda hilbijartinê ya sed ji dehî û qanûna partiyên siyasî ne
di rojevê de bûn.
Zana bal kişand ku ji bo ku dev ji
dewletparêzî û miletperweriya ku du karekterên rejîmê ne nehatiye
qerîn, çareserî pêk nehatiye û pê de çû ku heke bi rastî jî pêşerojeke
li gel kurdan tê xwestin, divê projeyên ku demeke nêz û dirêj de pêk
werin, werin hişkere kirin.
BÊYÎ OCALAN AŞÎTÎ NABE
Zanaya
ku gotinê xwe bi kirpandina ‘’ di sedsala 21ê de gelê kurd teqez divê
bibe xweyî statûyekê’’, got êdî ; ‘’li şûna têgihên şer û terorê têgihên
aşîtî û hevdîtinê werin bikaranîn’’
Zana dema ku pêşniyar rêz
kirin got; ‘’ divê dawî li zextên polês û darazê ya li ser
siyasetmedarên kurd were’’, ‘’divê efûyeke giştî bikeve rojevê’’, ‘’
dewlet di vê pêvajoya çareseriyê de divê dev ji pengavê stratejîk ku hiş
tevlîhev dike, berde’’
Zana diyar kir ku di meseleya kurd de
stratejiya giştî divê bi Ocalan re, meseleya çekan divê bi PKKê re ,
pirsgirêkên makezagon û demokratî jî bi BDPê re were axaftin û got;
‘’Ocalan divê bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya çareseriyê were kirin.
Bêyî Ocalan şer dibe lê aşîtî nabe’’
Zana bang li Yekîtiya Ewropa
jî kir û got; ‘’YA divê bi awayeyekî aktîf cih bigire’’ û got ji hêla
Tirkiyeyê ve ‘’serdema reçeteyan’’ ya di mijara meseleya kurd de bi dawî
bûye. Zana got ‘’aktor diyar in’’ û diyar kir ku bi aslfaltkirina ser
meselya kurd jî wê pirsgirêk çareser nebe.
FLAUTRE: BI KRÎMÎNALÎZEKIRINA MURDAN RÊYA DÎYALOGÊ VENABE
Hevseroka
Parlementoya Tevela Tirkî a PEyê, Helene Flautre, destnîşan kir ku di
hevdîtinan de di derbarê Tirkiyê de li herêmê wekî ‘’kana bestê (îlham)‘
tê behskirin, û diyar kir ku ji bo ku Tirkiye vê bidomîne ‘’divê
bersivê bide divêtiyên navxweyî, divêtiyê meseleya kurd’’
Flautreya
ku hişyariya ‘’çixare ji tenduristiyê re bi taloke ye’’ bi bîr xistî,
got; ‘’çaresernekirina pirsgirêka kurd xisarê dide demokrasiya
Tirkiyeyê’’
Flautreyê bi bîr xist ku di serî de Sûrî îro
serobînbûna li herêmê fersendeke û wiha pê de çû; ‘’Ev rewşa herêmî,
fersendeke dîrokî raber dike. Ev herwiha banga bicihanîna divêtiyan e.’’
Flautreyê
got li Tirkiyeyê îro di pêvajoya demokratîk de, di mijara azadiyan de
paşveçûne heye û zexteke zêde tê sepanîn, û got bi krîmînalîzekirina
nûnerên kurd, bi girtina wan, ‘’vekirina rêya dîyalogê ne pêkan e’’
Flautreyê
got; ‘’bi krîmînalîzekirina muhatabên kurd rêya dîyalogê venabe’’ û
diyar kir; ‘’ji bo ku were nîqaş kirin û dîyalog vebe pêdivî bi nasîna
cihêtiyan heye’’. Di vê mijarê de Flautrreyê got ‘’kêmasiya nasînê’’
heye bal kişande ser pevçûnên zêde dibin û ev wekî ‘’lîstikeke nexweş’’
bi nav kir. Flautreyê got ‘’divê ev lîstika nexweş bidawî bibe ‘’, û
bal kişand ser wê ku di partiyên Tirkiyeyê de hişmendiyên nîjatperest ên
radîkal hene.
Flautreyê bang kir ku ‘’teqez divê partîzanên
diyalogê, alîgirên dîyalogê xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin’’ û bi
bîr xist ku divê li Imraliyê xwestiya li Imraliyê bi Ocalan re
hevdîtinekê bike.
Flautreyê wiha domand; ‘’Min xwest ku bi Ocalan
re hevdîtinekê bikim. Dema ku ez vê dibêjim, ez dixwazim çi bibêjim?
Beriya her tiştî ez dixwazim ku tecrîda li ser Wî rabe.’’ Flautreyê bi
bîr xist ku bi yek gotina Ocalan dawî li grevê hatiye û xwest; ‘’ divê
rêya ku Ocalan bikaribe rola xwe ya siyasî bi cih bîne, vebe’’, bi
gotina ‘’ ji bo dîyalogê bi hindikayî divê du kes hebin, bi tena serê
xwe dîyalog navbe’’bertek nîşanî helwesta Tirkî da.
Flautreyê ji ber ku bi awayekî xurt piştgiriyê nade pêvjoya dîyalogê û demokratîkirina Tirkî, YE rexne kir.
ANF NEWS AGENCY