Serêkaniyê -
Komên çekdar yên çete li Serêkaniyê dîsa xwestin êrîşî bajar bikin, lê
hêzên YPG’ê bersiv da. Hate ragihandin ku, di encama pevçûnan de ji
êrîşkaran gelek kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî agahiyên hatine
bidestxistin, komên çekdar şevêdin di demjimêr derdora 01.30’an de
êrîşî taxek li ser riya Hesekê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv
da û pevçûn derket. Hate ragihandin ku di encama pevçûnên ku heta
demjimêr 05.00’an dom kir de, ji êrîşkaran gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Li bajêr pevçûn bidawî bû, lê carnan dengê çekan tê.
TIRKIYE KETIBÛ DEWRÊ
Di
demeke ku ev geşedan çêbûyîn de, hate hînbûn ku di 25’ê Mijdarê de
hinek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de hatine Serêkaniyê û
bi komên çekdar re hevdîtin pêk anîne. Li gorî agahiyên hatine
bidestxistin di vê hevdîtinê de rayaderên tirkan ji van koman xwestine
ku, dîsa li dijî YPG’ê şer bikin û beramberî vê jî di serî de çek çi
bixwazin dê bidinê.
Li gorî agahiyan komên çekdar ev daxwaz
qebûl nekiriye, li ser vê yekê jî Tirkiyeyê sînor girtiye û kom tehdît
kirine. Li aliyê din ji bo guhertina kesên dîl hatine girtin, hate gotin
komên çekdar beramberî dîlan çekên xwe yên hatine desteserkirin jî
xwestine, lê YPG’ê qebûl nekiribûn.
KOMÊN ÇETE DAXWAZA AGIRBESTÊ KIRIBÛN
Komên
çete di 8’ê mijdarê ketibûn Serêkaniyê û 19’ê Mijdarê de jî êrîşî
sivîlan kiribûn. pîştî êrîşên 3 rojan ku her carê windahî dan û xwe
paşve kişandibûn, 23’ê Mijdarê carekdin êrîş kiribûn. Komên çete ku di
demjimêrên derdora 10.00’an de li Taxa Hawarna êrîş kirin li hemberî
hêzên YPG’ê têk çûn û xwe paş ve kişandibûn. Heman koman piştî demekê vê
carê xwestin li Taxa Xiraba êrîş bikin, lê dîsa rastî berxwedana tund
hatibûn û neçar manbûn ku xwe vekişînin sînorê Bakûrê Kurdistanê.
Piştî
pevçûnên 23’ê Mijdarê, komên çete yên çekdar ku nekarîn pêş bikevin
daxwaza agirbestê kiribûn û hinek derdorên din xistin dewreyê. Di encama
hevdîtinên hatine kirin de Fermandariya YPG’ê bi 2 şertan daxwaza
agirbestê qebul kiribû. Li gorî agirbestê divê heta 2 rojan koma bi navê
Guraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve. Her wiha divê li bajêr ji kurd,
ereb, ermenî, suryaniyan meclîsek bê avakirin. Fermandariya YPG’ê aşkera
kir ku, heta 2 rojan şertên wan neyên bicîhanîn, ew dê agirbestê bidawî
bikin û van koman ji bajêr derxînin.
ANF NEWS AGENCY