Kerkûk - Qasî saetekê berê Kerkûk bi
zincîreteqînan hejiya û li gorî daneyên destpêkê bi kêmanî 4 kesan
jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.
Ev teqînên ku taxa Teshîn, ber devê mizgefta Îmam
Elî ya li taxa Musela û xeta tirenê kirin hedef, hat zanîn ku ji van neh
teqînan çar jê bi wesayîtên bombebarkirî pênc cih jî di encama bombeyên
hatine danîn de rû dane.
16.12.2012
Rûdaw