20.12.2012
Stockholm -
Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya welatên Skandînavya, banga
xwedîderketina li Rojava li Kurdistaniyên li Danîmarka, Swêd, Fînlandiya
û Norwêcê dijîn kir.
Nûnertiya Skandînavya ya Hevya Sor a
Kurdistanê ku navenda wê li Swêdê ye, derbarê rewşa giran a li Rojavayê
Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku
ji ber şerê Sûriyeyê, ji aliyê Başûr ve Artêşa Sûriyeya Azad û rejîma
Beşar Esed û ji Bakur ve jî rejîma Tirk hemû derî li kurdên rojava
girtine, dorpêçek şdandî heye û di serî de pêdiviyên bingehîn ên jiyanê,
ji gelek aliyan ve gel di nav şertên giran de ye.
Heyva Sor a
Kurdistanê her weha destnîşan dike ku bi berdewamî deriyê sînor yê
Başûrê Kurdistanê jî girtiye û divê derhal tedbîrên pêwîst werin girtin.
Nûnertiya
Skandînavya ya Heyva Sor, bangê li Kurdistaniyan dike ku di van rojên
giran de kurdên rojava bi tenê nehêlin û bi rêya Nûnertiyên Heyva Sor ên
li Stockholm, Helsînkî, Kopenhagen û Osloyê alîkariyên xwe ji Rojavayê
Kurdistanê re bişînin.
ANF