Enqere -
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken diyar kir ku komên çete bi
desteka hukûmeta AKP’ê êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê dike.
Buleken da zanîn ew ê li hemberî êrîşên li ser Serêkaniyê be deng
nemînin û got: "Destkeftiyên Kurdan li parçeyekê, ji bo azadiya parçeyên
din jî girîng e." Baluken da zanîn ku ew plan dikin ku dirojên pêş de
şandeyek ji partiya xwe bişînin Rojavayê Kurdistanê.
Piştî komên
çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê
kirin, pevçûn dest pê kirin. Pevçûnên li herêmê berdewam dikin. Hate
dîtin ku bi ambulansan çeteyên birîndar dibin, tînin nexweşxaneyên li
Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê.
'POLÎTÎKAYÊN TIRKIYE YÊN LI HEMBERÎ SÛRIYEYÊ ÎFLAS KIR'
Cîgirê
Serokê Koma BDP’ê Dr. Îrdîrs Baluken ji ANF’ê re axivî û bal kişand ku
polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Sûriyeyê îflas kirine û got: "Ji ber
ku Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên li hemberî Sûriyeyê li ser esasê ku
Kurd tu destkeftiyek bi dest nexin û li Rojava (Rojavayê Kurdistanê) tu
pêkhateyek Kurd ava nebe, amade kiriye.”
'JI TIRKIYEYÊ DESTEK, JI ÇETEYAN ÊRÎŞ'
Baluken
da zanîn ku komên çete bi desteka Tirkiyeyê êrîşê herêmên ku Kurdan
destkeftî lê bi dest xistine dikin û got: "Wezîfeya êrîşkirinê dane
çeteyan; Tirkiye jî piştgiriya leşkerî-lojîstîk, tenduristî û xizmetên
din pêşkêşê dike. Ev plan ket meriyetê, lê li rastî berxwedana Kurdan
hat, êrîşên komên çete û planên Tirkiyeyê pûç kirin.”
Baluken bal
kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên bi rêa çeteyan û got ku Tirkiye bi
rêya endamên îstîxbaratê xwe digihîne gelê Ereb û dixwazin pevçûnên di
navbera Kurd-Ereband de bidin destpêkirin. Baluken got: "Tirkiyeyê bi
temamî sînorê xwe li ber çeteyan vekiriye. Ev kom alîkariya leşkerî û
lojîstîk ji Tirkiyeyê digirin"
'EM Ê DÎPLOMASIYA XWE YA JI BO ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ZÊDE BIKIN'
Baluken
diyar kir ku komên çete ‘tundiyek dijwar’pêk tînin, komkujiyên sivîl
pêk tînin û exlaq diavêjin bin piyên xwe. Baluken da zanîn ew dê weke
BDP’ê dîplomasiyên xwe yên ji bo Rojavayê Kurdistanê xurt bikin û got: "
Êrîşên li wir di huqûqa navneteweyî de ne rewa ne. " Baluken destnîşan
kir ku ger Tirkiye di vê helwesta xwe ya li dijî Kurdan berdewam bike dê
bibe 'Welatê destekê dide terorê' û got: "Divê ev yek di warê
dîplomatîk tê gotin. Em ê derbarê vê mijarê de têkiliyên xwe yên bi NY,
Amerîka, Ewropayê re xurt bikin."
BDP DÊ BIÇE SERDANA ROJAVA
Baluken
ragihand ku partiyan wan plan dike ku biçe serdana Rojavayê Kurdistanê û
got: "Ji bilî xebatên me yên dîplomatîk, em plan dikin ku şandeyek ji
wekîl û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe bişînin
Rojava. Lê ji bo vê mijarê xebatên komîsyona me ya peywendiyên derve
heye. Em dixwazin em vê yekê bikin. Em dixwazin li wir piştgiriya xwe ya
ji bo gelê me yê li wir nîşan bidin û ji wir peyama piştgiriyê bidin
Rojava. "
'EM ÊRÎŞAN LI DIJÎ GELÊ KURD DIBÎNIN'
Baluken
diyar kir ku destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistan hemû Kurdan
eleqeder dike û got ku ew ê li hemberî êrîşên li ser gelê Rojavayê
Kurdistanê bê deng nemînin. Baluken got: "Destkeftiyên Kurdan li
parçeyekê, ji bo azadiya parçeyên din jî girîng e. Ger li aliyekê Kurd
bin bikevin, dê li aliyê din jî bin bikevin.Em bi vî awayî nêzîk bibin.
Em behsa hebûna gelekî 40 milyonî dikin. Divê em li ser esasê
perspektîfa yekitiya neteweyî tevbigerin. Em nikarin vê yekê ji bûyerên
li Bakûr diqewimin cûda bikin."
Baluken got: "Em êrîşên li wê
derê li hemberî gelê Kurd pêk tên, weke li hemberî hemû têkoşîna azadiyê
ya gelê Kurd pêk tê dibînin. Gelê Kurd dê nerazîbûna pêwîst nîşanî vê
yekê bide. Ji xwepêşandanên girseyî heta zimanê siyasetê, em ê bînin
rojeva meclîsê û têkiliyên xwe yên dîplomatîk.”
Bakulen aşkere kir ku rojeva girîng a BDP’ê ya rojên pêş dê Rojavayê Kurdistan-Sûriye be.
ANF NEWS AGENCY