Kerkûk – Hêzên pêşmergeyan ên li Kerkûkê firokeyeke artêşa Iraqê ya bi armanca sîxûriyê şandibûn navçeyê xistin xwarê.
Çavkaniyek
ji lîwaya 1 a hêzên pêşmergeyan ên li derdora Kerkûkê hatine bi cih
kirin, ji Rûdawê re ragihand: "Berî niha hêzên pêşmergeyan gûle li
firokeyekî bê firokevan a artêşa Iraqê kirin û xistin xwar.” Çavkaniya
ku nexwest navê wê bê eşkerekirin, wiha got: "Ew firoke bi armanca
lêgerîn û çavdêrîkirina hêzên pêşmergeyan hatibû navçeyê.”
Herwiha
îro (18.12.12) piştî nîvro hêzeke pêşmergeyan gûle li firokeyeke bê
firokevan a artêşa Iraqê ya li ser bilindahiya Domellan dizivirî û
dixwest zanyariyan li ser pêşmergeyên li navçeyê kom bikin, kiribûn.
Wezareta
pêşmergeyan tevî piştrastkirina vê nûçeyê, ragihand ku hêzên
pêşmergeyan firokeyeke sîxûriyê ya artêşa Iraqê neçar kirin ku navçeyê
bi cih bihêle.
18.12.2012
Rûdaw