22.12.2012
Amûde -
Li bajarê Amûdê damezirandina yekem Heyva Sor a Kurd li Rojavayê
Kurdistanê hate îlankirin. Navenda Heyva Sor a bi armanca alîkariya ji
bo Rojavayê Kurdistanê hate avakirin li bajarê Amûdê hate vekirin.
Nivîsgeha
Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê damezrandina xwe
ragihand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şer û pevçûnên
dijwar ên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hene, pêwîstiyên gel ên
mirovahî zêdetir bûne û bi bîr xist ku bi deh hezaran mirov koçber bûne,
wêranî û talanî li seranserê welêt beva bûye.
Di daxuyaniyê de
hate destnîşankirin ku li ser welat embargoyeke dijwar heye û wiha hat
gotin: "Derman nemane. Bi taybetî dermanên nexweşiyên giratn, hemû
hewcedariyên jiyanî bi biha bûne, gel nikare wana bikire. Kesek nikare
xwarina ku canê mirov dixwaze peyda bike. Metirsî heye ku nexweşiyên
cûda belav bibin û ev yek jî bi taybet bandorê li jiyana zarokan dikin.”
Heyva
Sor, ragihand ku wana bala xwe daye li ser van pirsgirêkên hene,
biryar dane ku xebatek ku encamp bigire bidin meşandin û got: "Heta em
bikarin em ê hewcedariyên jiyanî yên xwarin, tendurîstî û madeyên din
temîn bikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku ev saziya
wan a mirovahiyê ji komek bijîşk û parêzeran pêk tê. Di daxuyaniyê de
hat gotin: "Armanca me ew e ku em ji bo gelê xwe bibin pira rizgariyê.”
Her wiha hate destnîşan kir ku "Heyva Sor a Kurd” ku saziyeke sivîl e,
bêyî ku cûdahî têxe navbera tu netewe û baweriyan de dê alîkariyê
bigihîne hemû netewe û kêmaran.
Daxuyaniyê armancên Heyva Sor a Kurd wiha hatin rêzkirin:
1-Xizmeta hemû gelên Sûriyeyê, bi taybet gelên li herêmên Kurdan.
2-Dixwazin
bibin wek pirek ji bo gihiştina herêmên Kurdan bi herêmên Ereb û hemû
cîhanê re. Bi mebesta peydakirina hemû hewcedariyên gel di rewşên awerte
de.
Her wiha Nivîsgeha Ragihandinê ya Heyva Sor a Kurd ji bo peywendiyê ev email û telefona li jêr da:
TEL.0096352736778
Heyvasor.kurd@hotmail.com
ANF