Serêkaniyê -
Hate ragihandin ku helîkopterên girêdayî rejîma Suriyê gundê Sefih ê
li ser riya Tiltemir ku 15 kilometre dûrî Serêkaniyê ye û gundê Girê Mîr
ku 25 kîlometre dikeve Rojhilatê bajêr bombaberan kirin. Kuştî û
birîndar hene.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin,
helîkopterên rejîmê saet derdora 12.00’an gundê Sefîh ku piranî
welatiyên Çeçen û Ereb lê dijîn bombebaran kirin. Hate diyarkirin di
bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûne. Li aliyê din hate diyarkirin ku
komên çete dîsa xwestine bikevin gund û depoyên genim vala bikin.
Hate
ragihandin ku helîkopteran di heman saetan de gundê Girê Mîr ê ku 25
kîlometre dikeve Rojhilatê bajêr û piranî kurd û ereb lê dijîn jî
bombaberan kiriye. Hate hînbûn ku di vê bombebaranê de jî kuştî û
birîndar çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
ANF NEWS AGENCY