23.12.2012
Dirbesiyê -
Şerê li Sûriyeyê bandora xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê jî zêdetir
nîşan dide. Li aliyekê şer, li aliyeke din jî şer, li aliyeke din
Tirkiye û Hukûmeta Başûrê Kurdistanê deriyên sînor girtine, ev yek
jiyanê zortir dike. Li aliyekê pirsgirêka xûrek, sotemenî, ceyran, li
aliyekê li gelek bajaran pirsgirêkên dermanan her ku diçin zêdetir
dibin. Lê li gel van hemû tengasiyan gelê Rojava xwedî li şoreşa xwe
derdikeve û bi hêviyek mezin li benda pêşeroja xwe ne.
Her rojên
înê, piştî Nimêja Înê, bi hezaran dadikevin qadan. Di meşên vê hefteyê
de embargoya ku bi taybet ji ber girtina sînorê Başûrê Kurdistanê, li
ser Rojavayê Kurdistanê heye, hate protestokirin. Bi hezaran bi
dirûşimên "Vîna me ji embargoya we bihêztir e” daketin qadan. Di
axaftinan de hate diyarkirin ku ew ê li hemberî hemû şert û mercan xwedî
li şoreşê derbikevin û ew ê bi derfetên xwe yên bi sînor çareseriyê
peyda bikin.
Li hemû bajar û navçeyan tişta ku herî zêde bala
mirov dikişîne, dora li ber nanpêjxaneyan e. Ev dor saet ji 00.00 dest
pê dike û heta ku dikarin çend nanan bi dest bixin.
Xalid Faris ê
ku li Dirbesiyê 5 demjimêran li benda nan ma, diyar dike ku ji ber ku
mazot tune ye, nanpêjxane jî nikarin her tim bixebitin, li gel şer û
pevçûnên dijwar ên li Heleb û Derêzorê koçberî çêbûn û şêniya bajêr
zêdetir bû.
Faris dibêje: "Me şoreş kir. Helbet dê bedela vê
şoreşê hebe. Niha tiştên ku em dibêjin bedela şoreşekê ne. Tiştên ku em
dijîn bedela azadiyê ne. Azadiyek bê bedel li kû hatiye dîtin. em bedela
ku azadiya me bi dest xistiye didin.” Faris destnîşan kir ku dewlet a
Tirk dixwaze destkeftiyên Kurdan li vir bifetisîne.
Piştre bal
kişand ser girtin deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku Başûr
bi vê helwesta xwe piştgiriya van polîtîkayan dike û ji Hukûmeta Herêma
Kurdistanê xwest ku demek beriya demekê deriyê sînor vebike.
QEDEXE Û HÎNBÛN
Di
dema rejîma Baasê de aşên ard û ardê li malan hatibû qedexekirin.
Dewletê li bajaran du nanpêjxane vekirine û ji wan xwestiye ku nanê xwe
ji vir bigirin. Faris destnîşan kir ku ev pêkanîn polîtîkayek taybet a
rejîmê bû û ji ber vê jî kes nikare li malê nan bipêje.
DIVÊ PARÇEYÊN DIN BÊ DENG NEMÎNIN
Faris
balê dikişîne ku mazot jî hema bêje bi qasî nan û avê êdî bûye tiştekî
jiyanî û wiha didomîne: "Nanpêjxane bi mazotê dixebitin. Ger mazot tune
be, nan jî tune ye. Av jî bi mazotê tê. Ji ber ku ava bajaran ji bîran
derdikeve. Ev jeneratorên ku avê dikişînin jî mazot divên. Bi wan avê
didin herêmê. Ger mazot tune be, yek ji vana pêk nayê.
Faris bal
dikişîne ser bandora mazotê ya li bajaran û di navbera bajarn de û
dibêje: "Ger wiha dibe, têkiliyan cihan bi hev re qut dibe. Ev yek jî
tê wateya dorlêgirtinê. Lê me Kurdan di dîroka xwe bi sedan, hezaran
dorlêgirtin dîtin. Lê me kariye ku em van dorlêgirtinan hemû derbas
bikin.” Her wiha Faris bang li gelê Bakûr, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê
kir ku li hemberî vê embargoyê bê deng nemînin.
TENGASÎ HENE, LÊ EM ARAM IN
Her
çendî jiyan rojane zor be jî lê gelê Rojava bêçaresertiyê qebûl nake.
Ev çend roj in ku ava gundê Berkevirê yê Dirbesiyê hate girtin, gel hewl
da ku pêwîstiyên xwe ji ava baranê pêk bîne. Jinek bi navê Fadê Elî ku
avê ji gola ava baranî dianî diyar dike ku tengasî bi qasî koletiyê
xirab nîn e, û dibêje:
"Em berê kole bûn. Heta em ji koleyan jî
wêdetir bûn. Lê em niha azad in. Tenê tengasiyek me heye, ew jî ev
embargoya li ser me danîne. Em ê vê tengasiyê jî bi derfetên xwe çareser
bikin. Belkî ceyran, nan û ava me tune be, lê em aram in. Em hin
tengasiyan dijîn, lê em dizanin piştî van azadî ye. Em bi vîna xwe
dijîn.”