19.12.2012 Kobanê -
Gelê Kurd ku li Sûriyeyê mexdûrê herî mezin ê zext û zordariya rejîma
Sûriyeyê bû, ji ber polîtîkayên Erebkirin û xizankirina herêmên Kurdan
bi pirsgirêkên zad û xurekê re rû bi rû ne. Her çendî piraniya çandiya
Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bû, lê rejîma Sûriyeyê li Kurdistanê
tu kargehek ji ard venekiriye. Li gel destpêkirina pevçûnên li
Sûriyeyê, sînor hatin girtin. Her çendî rêveberiya Herêma Kurdistanê
gelek caran ji bo vekirina sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê
de soz da, lê heta niha deriyê sînor nehatiye vekirin. Gelê Rojavayê
Kurdistanê li hemberî girtina deriyê sinor ê navbera Rojava û Başûrê
Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber
polîtîkayên rejîma Baasê ya Sûriyeyê gelê Kurd bi salan mexdûr man. Her
çendî axa Rojavayê Kurdistanê di warê çandî û petrolê de deverên herî
dewlemend ên Sûriyeyê ne, lê di dema rejîmê de ev berhemên li herêmên
Kurdan dibirin bajarên mezin ên Sûriyeyê û li wir bi kar dianîn. Ev yek
jî li Rojavayê Kurdistanê rê li ber bêkariyê vedikir û bi vî awayî gelê
Kurd neçar dima ku koçer bibe.
Li gel destpêkirina raperînên li
Sûriyeyê, Tirkiye deriyên sînor girt û tenê deriyê li aliyê Başûrê
Kurdistanê ma. Lê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev demek dirêj e ku
deriyê sînor girtiye. Her çendî ji bo vekirina vî deriyî gelek hewl hate
dayin û di asta bilind de hevdîtin hatin pêkanîn, lê heta niha derî
nehatiye vekirin.
Pirsgirêkên sereke yên li Rojavayê Kurdistanê
tunebûna zad û xûrek, derman, şîrê zarokan, nan û gelek yên weke vana.
Rayedarên Rojavayê Kurdistanê ji bo vê yekê gelek caran banga alîkariyê
kirin û ji bo vekirina deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê di nava
hewldanan de ne.
Gelê bajarê Kobanê vê ji vê rewşê ne razî ne û
bang li hukûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dest ji vê helwesta xwe ya
girtina sînor berdin. Welatiyên ku ji ANF’ê re axivîn bang li hukûmeta
Başûrê Krudistanê kirin û deriyên sînor vebikin.
Welatiyê bi navê
Ferhan Hecî Îsa yê ji Kobaniyê got: "Gelên Rojava û Başûrê Kurdistanê
di dîrokê de gelek caran alîkariya hev du kirine. Di salên 1990’an de
Rojava gelek alîkarî da Başûr. Me hemû hewcedarî ji wan re dişand. Me
cilên zarokên xwe ji zarokên wan re dişand. Li gel xizaniya me jî gelê
me nanê di devê zarokên xwe de ji wan re dişand.”
Îsa di
berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew li hemberî vê rewşa girtina
deriyê sînor matmayî bûye û bi bîr xist ku di dema rejîma Baas de jî
deriyê sînor ê her du parçeyên Kurdistanê vekiribûn û got: "Lê piştî ku
gelê Rojavayê Kurdistanê herêmê xistin destê xwe ev derî jî hatin
girtin.”
Welatiyeke din jî bi navê Îbrahîm Qasim jî diyar kir ku
jiyan li herêma wan bele bi buha bûye û girtina sînor weke sedema vê
yekê destnîşan kir. Qasim got ku ger sînorê Başûrê Kurdistanê vebike, dê
bandoreke erênî li vê rewşê bike.
Mistefa Ehmed jî diyar kir ku
ji ber tunebûna sotemeniyan nan jî di firinan de çênabe û got: "Di vê
zivistana dijwar de zarokên me li erdê di nava sermayê de djîn. Şîrê
zarokan tune ye. Ger hukûmeta Başûr derî vebike, dê rewş baş bibe.”
Ehmed ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku "ji bo fetisandina gleê
Rojavayê Kurdistanê nebe hevkarê neyarên Kurdan.”
ANF
|
|