21.12.2012
9'emîn Festîvala Filman a li Dubey hatibû li darxistin di nava vê mehê de bi dawî hat.
Filmê "Bêkes" ku li ser du zarokên kurd e ku ketine bin bandora
fîlmê Supermen. Armanca zarokan ew e herin Amerîkayê, Supermenî bibînin û
ji wî alîkariyê bixwazin.
Xelata gel li beşa Dubey Ekspo 2020 wergirt.
Derhênerê film Karzan Qeder ji başûrê Kurdistanê ye û di sala
1982'yan de hatiye din. Ew niha li Swêdê dijî û bi fîlmê xwe jî ji Swêdê
beşdarî festîvalê bûye.
semakurd