22.12.2012
Jêderekê li koalisyona niştimanî ya sûrî ya dijber aşkira kir
ku rêkeftineke Rûsî – Emrîkî li barê aloziya Sûriyê gihîştiye wê encamê
ku serokê Sûriyê Beşar Esed wê ji desthilatê dakeve.
Wê jêderê ji rojnameya Şerq Ewset re teqez kir û got: Xalên
hilawêstî yên li ser lihevhatiye kirin mîkanîzma derketina Esed û
radestkirina desthilatê ye.
Hin jêderan teqez kirine ku encama dawî ya rêkeftina Rûsî
–Emrîkî di nava civînên Deblin û Cinêvê heftiya borî ku berpirsên her
du aliyan gotûbêj kirinbûn teqez dikin ku bi rastî lihevkirin çê bûye.
Li gor jêderên Şerq Ewsetê civîn gihîştiya encama yan divê
Esed wê beşek be ji guhastina desthilatê di bin parastineke navdewletî
de, yan jî wê goftûgo li ser guhastina desthilatê çêbibe.
Endamê Itîlafa niştimanîiya Sûrî ya hêzên opozisyonê Edîb
Şîşeklî ji Şerq Ewset re got: Ew hejmara kesên ku hatine diyarkirin ji
du beşan pêk tê, ji wan 108 kes jê kesayetiyên emnî û leşkerî ne û yên
din jî endamên malabata Esed in.
pukmedia