Piştî şer û pevçûnên zêdetir ku di navbera komên çekdar yên
ser bi artêşa azad û hêzên Yekîneyên Parastina Gelê Kurd (YPG) de, gelke
kuştî û birîndar ketine.
Her weha di wê barê de, jêderên ji Serêkaniyê ku bi çavên xwe
encamên wî şerî ji nêz ve şopandine û nexwastin navê xwe aşkere bikin,
dibêjin ku di du rojên dawiyê yê êrişên komên çete bo ser bajarê
Serêkaniyê de, 35 çekdarên komên çekdar yên Cebhet El-Nesre ji aliyê
hêzên YPG`ê ve hatine kuştiin û bêtir ji 25 kesan jî birîndar bûne û
hejmarek mezin ji çek û teqemeniyan ketine destê YPG`ê.
Jêderên ku ji PUKmedia`yê re rewşa şerê li Serêkaniyê
şirovekirine wiha dibêjin ku ji berhatina cejna rojiyê yê birayên
Êzîdiyan, xelkê ji YPG`ê xwest ku hinekî şer bide rawestandin û bi
taybet piştî ku komên çekdar têkşkîn û ziyaneke mezin dîtin, ji ber wê
yekê jî, YPG`ê derfet da komên çekdar taku kuştî û birîndarên xwe ji
cadeyên Serêkaniyê rakin û ji wir derkevin.
Jêderên agahdar aşkire kirin ku ziyanên YPG`ê ew e ku hevalek
bi navê Goran Dêrikî şehîdketiye û 3 şervanên din yên YPG`ê jî birîndar
bûne.
18.12.2012
PUKmedia