22.12.2012
Hewlêr - Du xwendekarên kurd ên zanîngeha bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê
Kurdistanê, balafirek bê balafirvan çêkirin ku giraniya wê kîloyek û 200
gram e. Balefir dikare heta 70 km bifire.
Li
gorî nûçeya malpera "Kurdistantoday.ir”, ku malperek fermî ye û bi
zimanên kurdî û farisî, nûçeyên derbarê kurdên rojhilatê Kurdistanê de
diweşîne, xwendekarên kurd ên bi navê Ramtîn Selîmî û Seîd Selîmî, karîn
di nava 9 mehan de balafirek bê balafirvan çêbikin.
Ev
balafir bi elektrîkê kar dike û mirov dikare kamera li ser girêbide.
Herwiha balafir bixwe dikare dîmenan bigire û wêneyan bikşîne.
Ramtîn û Seîd li derbarê projeya xwe de wiha dibêjin: "Yek ji
taybetmendiyên vê balefirê ew e ku baskê wê li gorî laşê wê kurt e û ev
jî dihêle kamera lê bê barkirin û hinek jî bar hilde û leza wê jî bê
zêdekirin.”
Herwiha ev balafir dikare heta bilindahiya 500 metre jî hedefê destnîşan bike.
Çavdêrê
vê projeyê Dr. Muhsên Heyatî jî derbarê vê yekê de diyar kir ku ev
balafir di heyama 9 mehan de hat çêkirin. Yek ji taybetmendiyên herî
girîng yê balafirê, sivikbûna wê ye ji ber ku giraniya wê tenê 1200 gram
e û dikare bar jî hilgire.
Dr. Heyatî da zanîn ku ev balafir dikare bêbar heta 70 km bifire û eger barê wê jî hebe dikare heta 50 km bifire.
Rûdaw