Dozger: Eleqeya êrîşa li dijî Tatlises bi PKK’ê re tune ye
Stenbol -
Rûniştina doza stranbêj Îbrahîm Tatlises îro pêk hat. Dozger mutaleya
dozê aşkere kir. Dozger aşkere kir ku tu eleqeya bûyerê bi PKK’ê re tûne
ye. Hêjayê gotinê ye ku çapemeniya Tirk xwestibû bûyerê biavêje stûyê
PKK’ê.
Rûniştina doza Îbrahîm Tatlises ku di encama êrîşeke
çekdarî de birîndar bibû, li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk
hat. Di rûniştina dozê de 6 bersucên girtî û Prz. Rûşen Mahmutoglû bi
awayeke serbest tevlî rûniştinê bûn. Tatlises tevlî rûniştina dozê nebû.
Dozger mutaleya dozê aşkere kir. Dozger aşkere kir ku tu eleqeya bûyerê
bi PKK’ê re tûne ye. Hêjayê gotinê ye ku çapemeniya Tirk xwestibû
bûyerê biavêje stûyê PKK’ê.