Dizî û bêdestûra TRT6'ê ya li hemberî berhem û stranên Kurd berdewam
dike. Li hemberi vêyekê hunermendên Kurd jî bertekên xwe tînin ziman û
helwesta xwe ya tund nişan didin.
Piştî Copî bertek nişan da, niha Lorîn Berzincî jî di derheqê
weşandina klibên wê ku bê destûr ji aliyê TRT6'ê ve tên weşandin
nerazibûn nîşan da. Lorîn, der barê weşandina klibên xwe de ji DÎHA’yê
re axifî û wiha got: "Her wekî hunermenda hêja Çopî gotî, ji min jî bi
kêmanî 4 yan 5 caran hatîye pirsîn ku beşdarî bernameyên TRT 6 bibim û
ji min hatîye pirsîn jî eger ez dixwazim li wê derê kar bikim û
bernameyan pêşkêş bikim. Xwuyaye ku Kurdin ji derveyê welat û hem ji
Swêdê jî hene yên çûne wêr û li wê derê kar dikin. Lê bersiva min her
car na bû. Ez beşdarî karê kanala ku min, miletê min û zimanê min
bindest û sansor dik nabim.”
Hunermend Lorîn Berzencî, da zanîn
ku dê û bavê wê ew li ser hestên welatparêzîyê û Kurdperwerîyê mezin
kiriye û wiha berdewam kir: "Ji ber bîr û bawerîyên wan em ji welatê xwe
dûr û xerîb bûne. Îca çawa hûn dikarin vê pirsê ji min bikin?" Lorîn di
berdewama gotnên xwe û wiha axifi: "Lê diyare bi rêvebirîya TRT 6 û
karmendên wan baş fêm nekiriye û her bê destûra min muzîk û klîpên min
danîne ser. Eger ez nexwazim beşdar bibim, çawa dibe ku berhemên min
biweşînin? Piştî bi vê yekê agehdarbûm, min peywendî bi şirketa Stim
re danî, şirketa mafê dengbêj û hunermendan li Swêdê û di Ewrûpayê de
hem nûnerî û hem jî diparêze û Stim, xwedan peywendîye li gel şirketên
mîna wê di Tirkîyê de. Li serdaxwaza min nuha lêkolînek der barê vê
rewşê vebûye. Ez jî nuha li bendî bersivdana Stimê me. Mafê
hunermendan gelekê caran tên xwarin û bila bêjim kanalê me yên Kurdan jî
carna vî karî dikin û li gor wan divê yên hunermend memnûn û sipasîdar
bin jî, lê helbetê ji ber ku TRT 6 e û ji ber ku min bi zelalî ji wan re
nerazîbûn û neqebûlkirina xwe diyar kirîye, zêde aciz û tore me. Ez ê
her bi daza xwe berdewam bim û mafê xwe wekî hunermend wenda nakim.