Di bankayeke Hewlêrê de 100 milyon dolar winda bûn
HEWLÊR - Di bankayeke Dêderan ya Hewlêrê de 125 milyar dînar
(nêzîkî 100 milyon dolar) winda ne û Wezareta darayî ya hikûmeta
Kurdistanê komîteyek ji bo lêkolînê pêk anî.
Li gor Basnewsê, çavkaniyeke agahdar ji Wezareta darayî got:
Di Banka Dêderan ya bajarê Hewlêrê de 125 milyar dînar ko dike 100
milyon dolar winda ne. Wezareta darayî niha lêkolînê dike ka çi bi wan
pereyan hatiye û lêpirsîn digel berpirsekî wê bankayê jî tê kirin.
Rêveberê Giştî yê Banka Navendî ya Kurdistanê Edhem Derwêş bêyî ko destnîşan bike ka çiqas pere winda ne got:
Roja 16/12 ji bo lêkolîn û şopandina wê dosyayê komîteyek hat
pêkanîn. Heta karê komîteyê neqede em nikarin hîç zanyariyekê bidin,
heta niha jî em nizanin ka ti kes li ser wê mijarê hatiye girtin an na?
Komîteya lêkolînê li ser biryara Wezareta darayî ya Kurdistanê hatiye
pêkanîn. Heta niha em nizanin ka ew pere çawa winda bûne yan kê birine,
niha destpêka lêkolînê ye, komîte bi rêya jimêryar û kamerayên nav
bankayê lêkolîna xwe dikin û dê di heqê dosyayê de me agahdar dikin.
Hefteya borî jî di Banka Federal ya Hewlêrê de jî 25 milyar dînar
winda bûn û niha Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê dest bi lêkolînê kiriye. Li
gor çavkaniyekê çar karmendên bankayê jî hatine girtin û lêpirsîn digel
wan tê kirin.