Serêkaniyê -
Li Serêkaniyê piştî ku komên çete di 12’ê Kanunê de êrîşî firina nan
kirin û ji ber mudaxeleya YPG’ê pevçûnan dest pê kir, hinek şêx û
rûspiyên kurd û ereban ketin navberê. Ji ber vê Desteya Bilind a Kurd
komîteyek ji kurd, ereb û rûspiyan ava kir. Her wiha hêzên muxalefetê
yên girêdayî Artêşa Azad jî heyetek ava kir û tê gotin ku dê hevdîtin
pêk bên. YPG’ê jî şertên xwe yên ji bo agirbestê diyar kir.
Li
Serêkaniyê piştî ku şerê di navbera bi komên çete û YPG’ê de gur bû,
hinek şêx û ruspiyên kurd û ereban, her wiha hinek derdorên din ketin
navberê û xwestin ku şer raweste.
Li gorî agahiyên hatine
bidestxistin, ji ber vê yekê hêzên YPG’ê bi şertê ku şertên wan ên wekî,
"avakirina meclîsek ji hemû netewên li bajêr” û "rakirina hemû noqteyên
leşkerî yên di nava bajêr de” ev daxwaz qebûl kir. Piştî vê geşedanê di
bin banê Desteya Bilind a Kurd de komîteyek ku ji kurd, ereb, rûspiyên
bajêr û gelek kesên din pêk tê hate avakirin. Her wiha ji hêzên
muxalefetê yên li herêmê ku girêdayî Artêşa Azad in jî heyetek hate
avakirin.
Hate ragihandin ku di navbera van her du heyetan de dê
îro hevdîtin bêne pêkanîn. Çav li rê ye ku li gorî encamên van
hevdîtinan, rewşa bajar zelal bibe.
Li aliyê din piştî ketina
navberê li bajêr pevçûn rawestiyan e, hêzên YPG’ê ku li piraniya bajar
serweriya wê heye, tedbîrên xwe zêde kirine. Komên çete jî li Taxa
Mehetê ya li nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê rawestiyane. Derbarê encamên
şerê duh de, heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn.
3 SIVÎL HATIN REVANDIN, 5 SIVÎL BIRÎNDAR IN
Bi
sedan endamên komên çete yên ku destekê ji Tirkiyeyê digirin roja 12’ê
berfanbarê careke din êrîşê Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kiribûn.
Pevçûnên li vir dest pê kirin, berdewam dikin. Hêzên Parastina Gel (YPG)
di pevçûnê de li malên ku komên çete weke baregeh bi kar tînin alên
Tirkan û alavên din bi dest xistibûn. Hate diyarkirin ku komên çekdar ên
çete derdora 20 koman in û YPG’ê gelek binkeyên di destê çeteyan de bûn
bi dest xistin.
Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran de,
tu daxuyanî nehatiye dayin. Lê tê diyarkirin ku ji roja çarşemê ve herî
kêm 25 endamên komên çete hatine kuştin. Komên çete bi dehan endamên
xwe yên birîndar bûn birin nexweşxaneyên li navçeya Serêkaniyê ya
Rihayê. YPG’ê da zanîn ku endamê wan Goran Dêrik jiyana xwe ji dest
daye.
Herî dawî, şeva 13’yê berfanbarê di encama êrîşa komên çete
de 5 kesên sivîl birîndar bûn û duh jî 3 kesên sivî ji aliyê çeteyan ve
hatibûn revandin.
Navê komên êrîşê Serêkaniyê dikin wiha ne:
Ketiba Enwar El Haq, Lîwa Ehfad El Resul, Konseya Şoreşgerî ya Leşkerî
ya Rakkayê, Ketiba El Faruk, Ketiba Dire El Cezîre, Şêx Îslam El
Tumeyme, Ketibe Elî Bin Ebî Talib, Ketibe El Alahu Ekber, Tabura
Mergada, Ofîsa Ewlekariya Şoreşê li Rakkayê, Graba El Şam, Tabura El
Adiyat, Tabura El Ebrar, Tabura Şedadî, Tabura Ehrar Xwêran, Tugaya Cind
El Heremeyn, Tabura Dir El Şemal, Cindullah, Qehremanên Mendic û
Cerablus, Tabura Ehrar El Tewaif.
ANF NEWS AGENCY