Hauptseite » Online Spiele » Nûçe

Ciwanê Kurd li Şamê bi îşkenceyê hate kuştin

23.12.2012
Girkê Legê - Ciwanê Kurd ê bi navê Îmad Ebdilmecîd di girtîgehek a li paytexta Sûriye Şamê, bi îşkenceya ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate kirin jiyana xwe ji dest da.

Malbata ciwanê Kurd Îmad Ebdimecîd a li Girkê Legê ragihand ku lawê wan ji 18’ê tîrmehê ve winda bû û herî dawî bi rêya telefonê agahî ji wan re hat ku di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.

Malbatê da zanîn ku kurê wan li paytexta Sûriye Şamê dixebitî, dema ji kar vedigeriya, winda bûye û ji meha tîrmehê ve winda bû. Malbatê da zanîn ku kurê wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê ve ha girtin û bi awayeke hovane bi îşkenceyê hate qetilkirin.

Îmad Ebdilmecîd sala 1979’ê li Girkê Legê ji dayik bûye. Ji ber bêkariya li Rojavayê Kurdistanê neçar ma ku biçe Şamê bixebite.



ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 295 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: