21.12.2012
Tiltemir - Cenazeyê gerîlayê HPG' Yasir Mûsa bi nasnav Sîpan Şahîn derbasî xaka Rjavayê Kurdistanê hate kirin.
Cenazeyê
gerîlayê HPG'ê Yasir Mûsa bi nasnav Şahîn Sîpan ku di 5-10-2012 li
navçeya Cûdî – Şernexê, di encama operesyona ku Artêşa tirk dabûn
destpêkirin jiyana xwe ji dest dabû. Cenaze Îro gihişt xaka Rojavayê
Kurdistanê.
Cenaze ji nexweşxaneya Meletê li Bakurê Kurdistanê
radestî malbatê hate kirin. Îro di deriyê Tilebyed ya sînore derbasî
xaka Rojavayê Kurdistanê bû. Ji wir cenazê ber bi Bajarokê Tiltemre wê
wer rêkirin. Dê li Goristana Şehîd Rustem bispêrin axê.
Tevgera
Civaka Demokratîk(TEV-DEM) û Saziya Malbatên Şehîdan li Hesekê sibe hemû
gelên kurd û hevalên wî vedixwîne merasîmê definkirina gerîlayê HPG'ê
Şahîn Sîpan.
Sibe set di 9.00 de wê cenaze ji xaçeriya Sînalkobi
li Hesekê bi meşekê bibim malbata wî, li taxa Tilhecer. Ji wir dê bi
karwanekî wesayitan cenaze ber bi bajarê Dirbêsyê were şandinû ber bi
Goristana Şehîd Rustem Cûdî li gundê Berkevirê. Li wir bi merasîmekê wê
bispêrin axê.
Yasir Mûsa bi nasnav Şahîn Sîpan di sala 1980 li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
ANF