Hauptseite » Online Spiele » Nûçe

Cejna Êzî li Ermenîstanê hate pîrozkirin

Êrîvan - Kurdên Êzidî yên li Ermenîstanê dijîn, duh bi boneya Cejna Êzî ya civaka Êzidiyan, çûn serdana goristanan. Piştî serdanêngoristanan çûn malên hev û cejna hev du pîroz kirin û êşa di nava dilê hev du par ve kirin.

Li gorî baweriya Êzidiyan, di Cejna Êzî de kesên ku xizmek wan di demek nêzîk de jiyana xwe ji dest dabe, pezek ser jê dikin û her kesê din jî li gorî derfetên xwe sûfreya xwe ji xwarinên cûda dixemilînin. Êzidî di vê cejnê de li hev kom dibin, xem û êşa hev du par ve dikin.

Kurdên Êzidî yên li 12 gundên Elegezê dijîn, bi kevneşopiyên li gorî baweriya xwe ya Êzidî Cejna Êzî pîroz kirin. Duh êvarê hemû li hev kom bûn û çûn serdana malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dûa hatin kirin.


ANF NEWS AGENCY

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 346 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: