Serêkaniyê – Li gor çend jêderên
nûçeyan, tevî ku elektirîk û av li ser bajarê Serêkanî a Rojavayê
Kurdistanê hatine birîn, gel piştî rawestandina şer bi hefteyekê
vedigerin mal û warên xwe.
Gelê Serêkaniyê hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Her wiha kolanên
Serêkaniyê tevgerek balkêş tê temaşekirin, gel li bazara bajêr digerin
hin kesên ku li kolanan firotinê dikin hene. Ji aliyekî din de gel ji bo vegerê malên xwe ji bandorên şer paqij dikin.
Li Serêkaniyê nan bi zehmetî tê peydakirin, ji ber firneya bajêr hîn ne xebitye. Endamên Civata Gel a Serêkaniyê nanê ku ji bajarên Amûdê û Dirbêsiyê
rêdikin li ser gelê wî bajarî dabeş dikin , botlên Gazê jî mîna nan
ligor derfetan li gel têne belavkirin.
Ji aliyekî din ve li bajarê Serêkaniyê îro çalakiyek bi navê (Îna Pakrawanên Serêkaniyê) hat lidarxistin.