22.12.2012
Şengal
– Bi sedan welatiyên komelgeha Kelekçî ya girêdayî nahyeya Qesrokê ya
ser bi qezaya Şengalê ji ber nebûna cadeyan a di nava komelgeha wan de
xwepêşandanek lidarxistin.
Îro
(22.12.2012) welatiyên komelgeha Kelekçî li dijî nebûna cadeyan a di
nava komelgeha wan de meşiyan. Xwepêşanderan diyar kirin ku di nava sal û
du mehan de cadeya serekî ya derbasî komelgehê dibe di nava çêkirinê de
ye û heta niha temam nebûye.
Şaredarê
Kelekçê Şakir Teyîb ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku cade ji ber
baran û werzê zivistanê nîvço maye û nikarin kar bikin. Teyîb destnîşan
kir ku vê yekê peywendî bi kompaniya ku cadeyê dirûst dike ve heye û
wiha got: "Karên xwe bi dirûstî nake û me rêyên yasayî li dijî wan daye
dest pê kirin.”
Xwepêşanderekî
bi navê M.T.R. ji Rûdawê re anî ziman ku ji ber bê serûberiya cadeyan
nikarin hatûçûyê bikin û wiha got: "Ev zêdetirî salekê ye cadeyên me
hatine kolandin, ev proje nayê qedandin û rewşa me ber bi xirabiyê ve
diçe.”
Xwepêşandan
saet 15.00’an li dergehê derbasbûna Kelekçê hat sazkirin. Welatiyan
daxwaz kirin ku cadeyên wan bên dirûst dirûstkirin û xizmeta wan bê
kirin.
rûdaw