20.12.2012
Hewlêr Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed, bi rêya Balyozxaneya Sûriyê ya li
Bexdayê, ji Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re peyamek şand û got derbasî be.
Peyamên
ji bo ragihandina daxwaza silametiyê ya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî
berdewam dikin. Balyozxaneya Sûriyê ya li Iraqê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê
de hate diyarkirin ku Balyozê Sûriyê yê Iraqê Omer Teqî dema Talabanî
li nexweşxaneya Bexdayê bûye, destegulek bi xwe re biriye û çûye
serdana wî.
Daxuyanî wiha berdewam kir: "Di serdanê de peyama Serokdewletê Sûriyê
Beşar Esed a ji bo silametiyê, ji Talabanî re hat ragihandin. Beşar Esed
da zanîn ku hêvîdar e Talabanî demek ji ya din zûtir baş bibe."
Rûdaw