20.12.2012
Li
gor nûçeyek lezgîn ku li ser rûpela Facebookê a Yekîtiya Hevrêzên
Ciwanên Kurd a Sûriyê hatiye belav kirin, serokê Herêma Kurdisanê Mesûd
Barzanî biryara vekirina deriyê sînorê Herêma Kurdistanê a digel rojava bi temamî da, her weha deriyê bazirganiyê jî dê bêwergirtina bacê di
navbera herdû aliyan tê vekirin.
Barzanî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku, birik ji Mazot, Ard bi
awayekî lezgîn li ser hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bikin Sûriyê.