Heseke - Artêşa rejima Sûriyeyê çiyayê Ebdilezîz yê 30 km dûrî bajarê Hesekê ye bombebaran kir.
Li
Hesekê dengê teqînên pir bi hêz tê bihîstin, li gor agahiyan artêşa
Sûryê bi bombeyan ji gundê Melediye yê girêdayî Xemail ya 13 km dûrî
navenda bajêre li ser riya Dêrelzor di avêje gundên çiyayê Ebdilezîzê ku
derdora 30 km dûrê bajarê Hesekêye.
Li gor agahiyên ji herêmê
hatine girtin, çiyayê Ebdilezîzê 4 ketîbeyên artêşa azad serê vê sibê bi
mebesta êrîşeke li ser bajarê Hesekê li wir bi cihbûn. Di heman demê de
dengê gula ji taxa Xoêran ku piraniya şîniyên wê kurdin, hat.
17.12.2012
ANF NEWS AGENCY