20.12.2012
Reqa -
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad 10 wesayitên ku benzîn ber bi
Rojavayê Kurdistanê ve dibir desteser kirin û berê wan dan devereke ne
diyar.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji bajarê Reqa yê Sûriyeyê,
komeke çekdar a girêdaye Artêşa Azad 10 wesayitên ku benzînê ber bi
Rojavayê Kurdistanê ve dibirin desteser kirin û ber bi devereke ne diyar
ve birin.
Beriya niha jî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad 14
wesayitên ku mazot û benzîn bar kiribûn û berê xwe dabûn Rojavayê
Kurdistanê, li herêma Genterî ku li ser riya Reqa û Tiltemirê, desteser
kirbûn.
Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê
Serêkaniyê destdirêjiya komên çekdar a li ser malên gel bersivand, di
navbera YPG'ê û komên çekdar de şer rû da. Bi destpêkirina şer re, komên
çekdar ên destekê ji Tirkiyeyê digirin hemû riyên ku Rojavayê
Kurdistanê bi deverên Sûriyeyê re girêdidin girtin, erzaq û madeyên ferz
ji bo jiyana mirovan desteser dikin.
HEMÛ RÊ HATIN GIRTIN
Jixwe
dewleta Tirk jî hemû deriyên sînor ên di navbera Bakur û Rojavayê
Kurdistanê de girtibûn.Herweha dewleta Iraqê jî rê neda veguhestina
alîkariyên ku dihatin şandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji hukmeta Başûrê
Kurdistanê hêvî dikir ku rê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de
veke, lê ew jî ji aliyê rêveberiya herêmê ve pêk nehat.
Ev yek jî
bû sedema ku gel li Rojavayê Kurdistanê di nava zor û zehmetiyan de
bijî, ji ber tunebûna madeyên mazotê û hevîrtirş piraniya firneyên nan
hatine rawestandin, her weha şîrê zarokan û derman jî tune ye. Hemû
madeyên jiyanê bi zehmetî têne peydakirin.
Her weha gelê Rojava diyar dike ku dê berpirsyariya tengasıyên jiyanê li stûyê rêveberiya Herêma Kurdistanê be.
ANF