22.12.2012
Hewlêr – Ji
ber hêbûna zêde ya petrolê li Herêma Kurdistanê, berpirsekî şirketeke
petrolê dibêje ku petrolê li Herêma Kurdistanê bi "qasî nîvê petrola
welatên dinyayê tê." Berpirsê ofîsa cîbicîker a şîrketa Gulf Keystone,
John Gerstenlauer, qala karên şirketa xwe li deverên Şêxan û Şêx Adî ji
Rûdawê re kir û got: "Ew petrola ku li devera Şêxan heye bi 10-15 milyar
bermîlên petrolê tê texmînkirin. Bîrên petrolê yên devera Şêx Adî jî
wek 2 milyar û pêncsed milyon bermîlên petrolê tên texmînkirin."
Gulf
Keystone şirketeke navneteweyî ye ku li Kurdistan, Cezayîr û Brîtanyayê
di sektora petrolê de kar dike. John Gerstenlauer, red dike ku kêşeyên
navbera Hewlêr û Bexdayê li ser pirsên taybet bi gaz û petrolê pirsgirêk
ji wan re derxistibin: "Em dizanin ku ew kêşe siyasî ne û divê bi rêya
danûstandinên siyasî bên çareserkirin."
Navborî
ev gotin li Hewlêrê, di dema lidarxistina konferansa taybet bi gaz û
petrolê li Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re gotin. Di wê konferansê de
zêdetirî 50 şirketên biyanî yên di warê lêgerîn û deranîna petrolê de
kar dikin amade bûn û konferansê du rojan berdewam kir.
Berpirsê
şîrketa Gulf Keystone wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Herêma
Kurdistanê, Aştî Hewramî, wek "wezîrekî serkeftî" bi nav kir ku
"Kurdistan dikare sûdeke mezin jê wergire." Derbarê siberoja berhemanîna
petrolê li Herêma Kurdistanê jî, bi dîtina navbirî, "bi piştgirêdana bi
wê asta berhemanîna petrolê ku niha li Herêma Kurdistanê heye, Kurd
dikarin hebûna xwe li cîhanê îspat bikin. Ji ber ku li Kurdistanê bi
qasî nîvê welatên dinyayê petrol lê heye û dikare di siberojê de bi wê
petrolê welatekî serbixwe birêvebibe."
Yek milyon bermîl
Cîgirê serokê şîrketa Western Zagros, Ian McIntosh,
jî qala karên şîrketa xwe kir û got ku di hundirê 6 salên karkirina wî
de li Herêma Kurdistanê "me zêdetirî yek milyon bermîlên petrolê li
devera Ser Qela deraniye, roj bi roj jî ew rêje ber bi bilindbûnê diçe."
Ian McIntosh
dibêje siyaseta gaz û petrolê li Herêma Kurdistanê siyaseteke serkeftî
ye: "Ji dema ku em kar dikin ti kêşeyeke me li gel wezareta samanên
xwezayî nebûye û wan hevkariya me jî kiriye, em hemû şiyanên şirketa xwe
jî bikar tînin, daku zêdetirîn bîrên petrolê li deverên Herêma
Kurdistanê bibînin û petrolê li wan hilberînin."
Şirketa
Western Zagros ji bilî li Herêma Kurdistanê ti ofîseke wê li bajarên
din ên Iraqê nîne. Macintosh axaftina xwe wiha qedand: "Ti demekê em guh
nadin wan kêşeyên ku wezareta petrola Iraqê bo hikûmeta Herêma
Kurdistanê dirust dike. Ji ber ku di baweriya me de ew siyaseta ku bo
berhemanîna petrolê li Kurdistanê tê bikaranîn pirr baş e."
Rûdaw