19.12.2012 Parîs -
Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) diyar kir ku sala 2012 ji bo
rojnamevanan sala herî bi xwîn e û herî zêde di vê salê de rojnamevan
hatine girtin. Di salekê de li seranserê cîhanê 88 rojnamevan hatin
kuştin û 1993 rojnamevan jî hatin girtin. Li gorî raporê Tirkiye ji bo
rojnamevan mezintirîn girtîgeha cîhanê ye.
Rêxistina Rojnamevanên
Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye û her sal derbarê
binpêkirinên mafan ê li dijî rojnamevanan de rapor amade dike, diyar kir
ku sala 2012 ji bo rojnamevanan sala herî bi xwîn e.
88 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN
Li
gorî raporê di sala 2012 de 88 rojnamevan hatin kuştin, 879 rojnamevan
hatin girtin/binçavkirin, 1993 rojnamevan li rastî êrîşê hatin an jî
hatin tehdîtkirin, 38 rojnamevan hatin desteserkirin, 73 rojnamevan 6
xebatkarên medyayê hatin kuştin, 47 welatiyên netê û rojnamevanên
înternetê hatin kuştin, 144 blogvan an jî welatiyên înternetê hatin
girtin.
Li gorî sala 2011, rêjeya rojnamevanan ji sedî 33 zêde
bûye. Herêmên ku herî zêde ev bûyer lê qewimîne: Li Rojhilata Navîn û
Bakûrê Efrîkayê 26 kuştin, li Asyayê 24, Jêre Sehreya Efrîkaya 21
kuştinên rojnamevanan pêk hatin. Li parzemîna Amerîkayê jî 15 rojnamevan
tenê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin kuştin.
JI SALA 1995 VE SALA HERÎ ZÊDE BI XWÎN
Ji
sala 1995’ê ve kuştinên rojnamevanan herî zêde sala 2012’ê çêbûn. Li
gorî vê sala 2011 67, 2010 58, 2009 75 û e 2007 87 rojnamevan
hatine kuştin. Li gorî RSF’ê rojnamevan herî zêde di encama pevçûn û
êrîşan de, sucên organîzekirî, ji aliyê milîsên Îslamî ve û bi fermanên
rayedarên fermî yên gendelî (nelirêtî) kirine hatine kuştin.
Sekreterê
Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire got: "Sedema ku di sala 2012 de ewqas
rojnamevan hatin kuştin pevçûnên li Sûriyeyê, kaosa li Somalî û tundiya
Talîban a li Pakîstanê ye” û destnîşan kir ku bêcezahiştina berpirsên
kuştina rojnamevan rê li ber zêdebûna binpêkirina mafê azadiya
çapemeniyê vedike.
Kuştinên rojnamevan herî zêde li pênç welatan
pêk hat. Li gorî RSF’ya ku Sûriyeyê weke "goristana aktorên agahiyê” bi
nav kir, di sala 2012 de herî kêm 17 rojnamevan, 44 rojnamevanên
înternetê û 4 xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin. RSF’ê ji bo Somalî
"Salek tarî” bi kar anî û diyar kir ku li vî welatî 18 rojnamevan hatine
kuştin. RSF’ê Pakîstanê weke "welatê ku her meh rojnamevanek lê tê
kuştin” bi nav kir û diyar kir ku li vî welatî jî 10 rojnamevan hatine
kuştin. RSF’ê got ku li Meksîkayê "rojnamevan dibin hedefa sucên
organîzekirî” û li vî welatî jî 6 rojnamevan hatin kuştin. RSF’ê rewşa
rojnamevanan li Brezîlyayê jî weke "ruyê din ê xemlê” bi nav kir û diyar
kir ku li vî welatî 5 rojnamevan di sala 2012 de hatine kuştin.
193 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
Dîsa,
li gorî RSF’ê tu carî bi qasî îsal rojnamevan nehatine girtin. Sala
2012 193 rojnamevan ji ber xebat û çalakiyên xwe yên pîşeyî hatin
girtin. Ji bilî vana 130 welatiyên-netê jî hatine giritn. Di nava
lîsteya welatên ji bo rojnamevanên herî mzin ên cîhanê de Tirkiye di
rêza yekemîn de ye.
GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN TIRKIYE YE
RSF’ê
Tirkiyeyê weke "Ji bo rojnamevanan mezintirîn girtîgeha cîhanê” bi nav
kir û diyar kir ku herî kêm 42 rojnamevan û 4 xebatkarên çapemeniyê ji
ber xebat û çalakiyên xwe yên pîşeyî hatine girtin. RSF’ê diyar kir ku
ev rêje piştî bidawîbûna rejîma leşkerî yekem carek li vî welatî heye û
got: "Ritma zext, girtin û binçavkirina rojnamevanan a ji ber reformên
şermoke yên qanûn û bi taybet jî bi giştî jî di çarçoveya ‘têkoşîna li
dijî terorê’ de tên meşandin hema bêje rojek tenê jî hêdî lê nexistiye.”
72 ROJNAMEVAN DI GIRTÎGEHAN DE NE
RSF’ê
ragihand ku rêxistina wan piştrast kiriye ku ji 72 rojnamevanên hatine
girtin tenê ji ber xebatên xwe yên berhevkirin û belavkirina agahiyan
hatine girtin û destnîşan kir ku aliyên din jî tên lêkolînkirin.
RSF’ê rojnamevanên li Tirkiyeyê hatine girtin wiha rêz kir:
Rojnamevanên tenê ji ber xebatên pîşeya xwe hatine girtin:
Mesleki
faaliyetleri ile ilgili tutuklu gazeteciler: •Bayram Namaz •Fusun
Erdogan •Hikmet Ciçek •Tuncay Ozkan • Mustafa Balbay • Soner Yalçin •
Yalçin Kuçuk• Turan Ozlu• Hasan Ozgunes • Tayip Temel • Cengiz Kapmaz •
Abdullah Cetin • Ayse Oyman • Cagdas Kaplan • Dilek Demirel • Ertuş
Bozkurt • Fatma Koçak • Huseyin Deniz • Ismail Yildiz • Kenan Kirkaya •
Mazlum Ozdemir • Mehmet Emin Yildirim • Nahide Ermis • Nevin Erdemir •
Nilgun Yildiz • Nurettin Firat • Omer Celik • Omer Ciftçi • Ramazan
Pekgoz • Sadik Topaloglu • Selahattin Aslan • Semiha Alankus • Sibel
Guler • Yuksek Genç • Zeynep Kuray • Ziya Ciçekçi • Zuhal Tekiner •
Mehmet Emin Yildirim • Turabi Kisin • Ozlem Agus • Zeynep Kuris • Şadiye
Eser
Xebatkarên rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin: : • Pervin Yerlikaya • Saffet Orman • Cigdem Aslan • Irfan Bilgiç
Rojnamevan û xebatkarên çapememiyê yên ku heta niha rewşa wan girtinê tê lêkolînkirin:
•
Ali Konar • Faysal Tunç • Ferhat Ciftçi • Hamit Dilbahar • Kenan
Karavil • Murat Ilhan • Nuri Yesil • Omer Faruk Caliskan • Sevcan Atak •
Seyithan Akyuz • Sahabettin Demir • Ahmet Birsin • Sebahattin Sürmeli •
Ferhat Arslan • Sultan Saman • Bahar Kurt • Musa Kurt • Mustafa Gök •
Erdal Süsem • Hatice Duman • Hakan Soytemiz • Erol Zavar • Miktat Algül •
Şukru Sak • Mehmet Haberal
LI ÇÎNÊ 30 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
Li
gorî rapora RSF’ê piştî Tirkiyeyê Çîn tê. Li vî welatî 30 rojnamevan û
69 welatiyên-netê hatine girtin. RSF’ê welatê Erîtreyê jî weke "dojeha
rojnamevan bi nav kir” û diyar kir ku li vî welatî 28 rojnamevan girtî
ne. RSF’ê ji bo Îranê sernava "Nexweşbîniya Komara Molayan a Îranê” bi
kar anî û destnîşan kir ku li vî welatî 26rojnamevna û 17 welatiyên-netê
hatine girtin. Bi vî awayî Îran di rêza çaremîn de ye. Li gor RSF
Sûriye bi girtina 21 rojnamevanan û 18 welatiyên netê jî di rêza
pêncemîn de ye
ANF
|
|