Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Zarokên Kobanê park û lîstîkgehan dixwazin

Di ger û geşta me ya kolanên Kobanê de, em rastî gelek dîmenên balkêş hatin, di dîmenan de ya balkêş ew e ku zarokên Kurd bêyi ku guhê xwe bidin şer, pevçûn û birçîbûnê hîna jî bi awayekî xwezayî li kolanan de dileyizin.

Di gera xwe ya kolanên Kobanê de me gelek zarok dîtin. Di gera xwe de em rastî keça biçûk Nesrîna pênc salî hatin, Nesrîna pênc salî dibêje:

”Wek her zarokekî em jî dixwazin ku park û lîstikgehên me hebin da ku em jî wek hemu zarokên cîhanê karibin tê de bilîzin.”

Her wiha du zarokên din jî Mihemed Bozan û Xalid Beko daxwazên xwe bi me re parve kirin û gotin” ji ber nebûna park û lîstikgehên zarokan em di kolanan de di nava gemarê de dilîzin, dema ku rejîma Bass jî ser karbû ti tiştek ji bo zarokan nekir, heya niha ji aliyê rejîmê ve ti lîstikgeh ji zarokan re nehatine çêkirin, ger park û lîstikgehên me hebana, me di kolanan de di nava gemarê de nedilîst.”


       


ANF

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 847 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: