Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

YPG'ê Serêkaniyê ji mayinên komên çete paqij dike

Piştî pevçûnên ku li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên bi destkdayina Tirkiyeyê ketin bajêr de bi encam bû,  taxên Serêkaniyê ku ji komên çete hate valakirin, şervanên YPG'ê mayinên ku komên çete bi cî kirine paqij dikin. YPG'ê welatiyên Serêkaniyê hişyar kirin ku ji bermahiyên komên çete haydar bin.

Di 16'ê çile de komên çete ku bi destekdayina Tirkiyeyê ketibûn Serêkaniyê de, bi çekên giran êrîşî welatiyên sivîl kirin. YPG'ê bersiva êrîşkaran dan û derbeyên giran li wan xistin. Di encamê de pevçûnên dijwar di navbera YPG'ê û komên çete de rû dan. Encama pevçûnên ku j i15 rojan zêdetir dewam kir, şervanên YPG'ê komên çete ji piranî taxên Serêkaniyê vala kirin.

KOMÊN ÇETE LI DEVERÊN PÎROZ Û MALAN MAYIN  BI CIH KIRIN

 Komên çekdar ku li ber berxwedana YPG'ê neçar man ku ji bajêr derbikevin, tevî ku di pîvanên navnetewî de ketine komên çekdar ji bo deverên pîroz qedexe ye, lê dîsa komên çete di dêra Suryana ya Ortodoks û mizgeftan de bi cî bûn û ew wek mertal ji xwe re dane bikaranîn. Komên ku behsa wan tê kirin piştî ku li ber berxwedana şervanên YPG'ê neçar man dêrê terk bikin, gelek mayin têde bi cî kiribûn. Şervanên YPG'ê ku mayinên di dêrê de betal kirin, niha jî dest bi kampanya paqijkirina bermahiyên komên çete ji mayinên ku di malan de hatine bicî kirine, kirin.

YPG'Ê WELATÎ HAYDARKIRIN

Di çarçeva kampanya ku YPG' destpê kiriye duh Fermandarê Tûgaya Şehîd Abid Dijwar Serêkaniyê serdana taxên ku têne paqij kir. Serêkaniyê diyar kir ku ev komên çekdar armanca wan ji ketina bajêr ewe ku bajêr talan bikin û got:''Tu têkiliya van bi azadiyê re tune ye, ev hatine bajêr talan bikin''. Her wiha Serêkaniyê bal kişand ku komên çete mayin li gelek malên welatiyan û deverên pîroz bi cî kirine. Serêkaniyê da zanîn ku wan hewl dane ku herêmê ji bermahiyên komên çete paqij bikin û welatiyên Serêkaniyê hişyar kir ku destê xwe nedin tiştên ku neyên naskirin û di zûtirîn demde xeber bidin şervanên YPG'ê yên herî nêz ji bo ku lêbikolin.

Ji aliyekî din jî Meclisa Gel a Serêkaniyê dest bi çêkirina toreya eltrîkê ya ku komên çete xera kiribûn kirin. Endamên meclis hewl bidin di zûtirîn dem de elektrîk li bajêr were temîrkirin.



ANF

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 878 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: