De werin parêzvanên rûmet û şana welatê rojê de werin
Hêviya dilê seydayê Cegerxwîn û apê Osman de werin
Hûn Zend û bendên rojavane û evîna welatê rojêne de werin
Werin û van zincîrên zilmê bişkîn û vê hêviyê di dilê me de geş bikin de werin.
Hûn hevalê Rastem û Şîlanin, Xebat û Mihyedînin de werin
Rêwiyên rêya azadiyê, kelemên çavên dijminin, de werin hevalno werin
Hûn hêvîne,
Rûmetin,
hêzin,
gulin li ber bîna azadiya rojava,
Hûn şagirtiyê rojêne,
rêwiyên azadiyêne û stêra berbangêne li welatê rojê
de werin hevalno de werin.
Va Hatin
Va hatin hatin YPG hatin
Hêza kurdane rûmeta welatin
Dengê kurdane stêra rojhilatin
Li serêkaniyê rûmeta welatin.
Va hatin pêşmergeyên me hatin
Ji bo rojava rûmet û xelatin
Dengê kurdistan dilê rojhilatin
Hêviya kurdane berbang û xelatin.
Va hatin hatin xort û keç hatin
Hêza kurdin pîvanê rojhilatin
Hêviya Apo helbesta xebatin
Dengê Tîrêj bo azadiyê xelatin.
Hatin hatin şervanên me hatin
dilê rojhilat qîrîna welatin
Hêza Kurda parêzvanê zimanin
Agirin li dijminan bo me jiyanin.
Xebat Şakir
02.12.2012 Oldenburg/Elmanya