Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Wêneyê ku ez hejandim... Helim Yusiv

01.02.2013

Destpêkê nabêjim ev çi wêneye. Divê berî wêne, ez hinekî behsa şert û mercên ku ev wêne tê de hatiye kişandin, bikim. Êrîşa li ser Serê Kaniyê hefteya xwe ya duyem jî li pey xwe dihêle û hîna jî hinek Kurd hene ku naxwazin têbigihêjin, ku ev şer ne li dijî rêxistinekê ye, lê li dijî hebûna kurdan e. Dema mirov bi hûrbînî li rewşa kurdên Rojava binere, şerê Serêkaniyê dikare bibe mîna neynikeke mezin ji tevahiya gelemşeyên ku di civaka kurd de rû didin. Ez behsa aliyê berxwedêr û kesên ku her tişt danîn aliyekî û dest bi parastina xaka welatê xwe kirin, nakim. Ji wan bêhtir, pirbûna alî û derûdorên ku yan rasterast doza derbasbûna van komên ku bi navê artêşa Sûriyê ya azad binavkirîne, dikin, yan jî bi hin behaneyan rê li ber êrîşa van komên çekdar vedikin û sûc davêjin ser partî û rêxistinên kurdan yên siyasî. Geh bi tawanbarkirina wan ya bi hevkariya rêjîmê re, geh jî bi , Xwedêgiravî, rexnekirina wan û bi dilsoziya xwe ya bi sûrîbûna xwe re û herwisa. Balkêş bû ku şezofreniya hinek kurdan gihiştiye asteke weha ku merivan şaş û metel dihêle. Weku mînak, her în çalakvanên şoreşa Sûriyê navekî jê re hildibijêrin û navê îna derbasbûyî jî kiribûn; Îna serokê me heta hetayê Muhemmed e. Di vê înê de cenazeyên sê şehîdên kurd ku bi destên komên islamî yên çekdar hatibûn kuştin, hebû. Tev wilo jî, hinek hevrêzên xortan li Amûdê û Qamişlo guh nedan bangên rêxistinên kurdan ku wekî roja şehîdên Serêkaniyê ew binavkiribûn û kertonên piştgiriya islamiyan û nivîsên wan hildidan. Eger em wan ciwanên kurd yên ku komên nijadperest û islamîstên ereb ew tev li nav refên xwe kirine û bi wan re dijî zarokên miletê xwe şer dikin, deynin aliyekî û hinekî li ser van ciwanên kurd bihizirin, evên ku xwîna ciwanên bajarê wan bi destê çekdarên êrîşker tê rijandin, ew jî derdikevin kolanan û bi navê şoreşê û şoreşgeriyê piştgiriya wan koman dikin. Gelo mirov dikare bigihêje çi encamê?. Wisa jî dema kesek ji malbata şehîdekî yan jî kurdekî hêrsbûyî li kolanan êrîşî van xortên şoreşger dike, di facebook û malperên kurdan de dinya xerab dibe û doza şermezarkirina şidetê û tundiyê dikin û ji rewşenbîrên kurd jî dixwazin ku bêdeng nemînin û xwedî helwest bin û dengê xwe dijî van êrîşên dijî sivîlan û xwepêşandanan bilind bikin. Min li wêneyekî ji wan bi hûrbînî nerî. Sê xortên nûhatî ji Amûdê, bajarê ku min nîvê temenê xwe lê qedandiye. Min dixwest ez wan nas bikim, bê ew kî ne, yan kurê kê ne û ev çawa dikarin li bajarekî kurdan wekî Amûdê, van helwestên wisa bigrin? Di vê helwestê de heyraniyek heye, ew piştgiriya kujerên birayên xwe û çavsorên biyanî û êrîşkeran û dijminê miletê xwe, dikin.

Tiştê ez li ser Amûdê dizanim ew e, ku ajantî, sîxurî û piştgiriya dijminên milet bi dizî û di paş perdeyên tarî de, dibû. Lê, niha ne wisa ye. Xortên ciwan, derdikevin kolanan, ro li nîro, pankertan vedikin û di wan de nivîsandiye ku ji kujerên birayên xwe hez dikin û bi hemû hêza xwe piştgiriya dijminên miletê xwe dikin. Divê, li xwe mikur bêm, ku vî wêneyî, ez ji hundir ve hejandim. Hemû xortin di navbera bîst û bîst û pênc salan de bûn. Pankerta xwe vekiribûn û bi razîbûneke mezin li kamîreya ku ew kişandibûn dinerîn. Ji wêne xuya bû ku ne keda Hafiz Esed û ne jî keda dezgeh û perwerdekarên wî ya dehê salan vala neçûye.
Erê, ew wêne bû yê ku pelên dara hêviya di hundirê min de, hemû weşandin.



Bewertung: 0.0/0
Zähler: 578 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: