Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

Welatiyê Kurd Cûma Mihemed yê ji Eşrefiyeyê jiyana xwe ji dest da

10.02.2013 Efrîn

Li Efrînê welatiyê Kurd Cûma Ehmed Mihemed yê ku li Helebê di encama topbarana taxa Eşrefiyê de birîndar bibû jiyana xwe jidest da.

Welatiyê Kurd Cûma Ehmed Mihemed di encama topbarana rejîma Bass di 6'ê kanûna 2013 an de ya li ser taxa Eşrefiyê birîndar bibû, di nexweşxaneya Tûb Elerebî ya Helebê jiyana xwe ji dest da. Li goristan navçeya Bulbule ya Efrînê hate defin kirin.

Cûma Ehmed Mihemed di sala 1984’an de li navçeya Bulbulê ji dayîk bû. Li taxa Eşrefiyê ya Helebê rûdinişt.


ANF


Bewertung: 0.0/0
Zähler: 814 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: