28.12.2012
Di fûtbolê de, ji Lîga Super a Super Toto bigire heta Lîga Yekemîn a
PTT, heta komên Lîga 2'yem û komên Lîga 3'yem ên Tirkiyeyê, ji bilî
Barselona û Juventusê hemû tîmên Ewropayê, tu tîmekê bi qasî tîma
fûtbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir BB"yê pûan bi
dest nexistine.
Bi pûanên xwe hemû lîgên Tirkiyeyê derbas kir
Di
hemû lîgên Tirkiyeyê de nîveka yekem a serdema 2012-2013'yan bi dawî
bû. Nîveka duyem dê 20'ê meha yekemîn a sala 2013'yan dest pê bike. Di
hemû lîgan de herî zêde tîma Diyarbakir BB'yê zêde pûan bi dest xistine.
Di
Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray bi 33 pûanan nÎveka yekemîn
wekî yekemîn temam kir. Di Lîga Yekemîn a PTT'ê de Manîsaspor bi 31
pûanî nîveka yekemîn temam kir. Di Lîga 2'yemîn de Koma Spî de
Balikesirspor 32 pûan, di Koma Sor de jî Polatli Bugsaşspor bi 31 pûanî
nîvek wekî yekemînê komê temam kir.
Di Lîga 3'yem de jî sê kom
hene. Di Koma 1'emîn de Diyarbakir BB'yê 44 pûan bi dest xistin û wekî
yekemîn nîveka vê serdemê temam kir. Di Koma 2'yem de Aydinspor 1923 (36
Pûan), di Koma 3'yem de jî Darica G.Birligi Spor (bi 43 pûanan) bû
yekemînê komê
Bi vî awayî di nav hemû tîmên di lîgên Tirkiyeyê de
herî zêde Diyarbakir BB'yê herî zêde pûan bi dest xistine ku ev yek di
heman demê de rekorek e.
Li Ewropayê duyemîn e
Her wiha
Diyarbakir BB'yê bi van pûanan gelek tîmên lîgên Ewropayê jî li dû xwe
hişt. Diyarbakir BB'yê bi van pûanan ji bilî Barselonayê tîmên Almanya,
Fransa, Holland, Swîsre û Îngilistanê jî li dû xwe hişt û yê Îtalyayê
(Juventus) jî pûanên wan wekî hev in.
Vane pûanên lîgên Ewropayê yên vê nîveka yekemîn:
- Manchester United (Îngilistan): 43 pûan
- Barselona (Spanya): 49 pûan
- Bayern Munih (Almanya): 42 Pûan
- Juventus (Îtalya): 44 pûan
- Paris St Germain (Fransa): 38 pûan
- PSV û Twente (Hollanda): 40 pûan
- Grasshoppers (Swîsre): 37 pûan