Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

THR: Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye

30.12.2012
Navenda Nûçeyan -
Torî Hevkarî Rojava daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku, "em wekî komên rojnamevan, nivîskar, çalakvanên civaka sivîl û cemawerê navçe yê raperînê "Ranya, Qeladizê û derdorê" wî weke ku çawa di 5’ê Adarê 1991 deverên me deriyê raperîn û serhildanê gelê me li Başûrê Kudistanê bû, niha jî em dê Însiyatîva Ragihandina (Torî Hevkariya Rojava THR) bi armanca hevkarî û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ku li vê demê da di rewşêki pir zehmetdane bi taybetî nebuûna xwarin, vexarin û pêdiviya herî sereki yê jiyanê radigihinin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê her tim rastî êrîş û destdirêjiyên hêzên dagirker û hevkarên dewletê tê. Di daxuyaniyê de balkişande ser tekoşîna gelê Kurd û aşkera kir ku, îro gelê me yê Rojavayê Kurdistanê pêşengtiya tekoşîna netewî û demokratîk dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelê me yê Rojava yê Kurdistanê di roja îro de pêşingê tekoşîna netewî û demokratîk dike û gelê me bi awayekî xweser bi sîstem û rêxistina demokratîk di rewş û qonaxekî mejoyî de derbaz dibe.

Gelê me yê Rojava, her roj ji alî hêzin dagirker û bi hêvkariya dewletin mezin yên cihanê bi destdirêjî û êrişan re rû bi rû dimîne. Hêzên dagirker bi êriş û zextên xwe li ser gelê me yê rojavayê Kurdistanê dixwazin tevgera azadiya kurdan li holê rakin an ku dixwazin tevgera kurdan dîl bigirin.

Em wisa dibînîn ku ev êriş û zextên li ser gêlê me dimeşin, rasterast girêdana xwe bi van pîlangêriyên ku lê Başûr û Bakûrê Kurdistanê birêve diçin heye. Ev jî piştrast dike ku wan dewletan ji bihêzbûna Kurdan ditirsin. Her ji ber we yekê ku dewletên antî Kurd çi bi awayekî rasterast û çi jî nerasterast bi awayekî leşkerî an jî bi embargoya aborî, li ser Rojavayê Kurdistanê li diji Rojava di nava hewildana de ne û ji ber vê jî çend alî û girûpên dovê ya Kurd ji xistine tevgerê..

Gelê me yê Başûr wan metirsiyên li dijî Rojavayê Kurdistanê dibîne û haya wê jê heye. Em dizanin ku ev komployane, ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanêne, ji bo Başûrê Kudistanê ye jî. Ji ber vê yekê jî em dê wekî komên rojnamevan, nivîskar, çalakvanên civaka sivîl û cemawerê navçeyên raperînê "Ranya, Qeladizê û derdorê" wî weke ku çawa di 5’ê Adarê 1991’an deverên me deriyê raperîn û serhildanê gelê me li Başûrê Kudistanê bû, niha jî em dê Înîsiyatîfa Ragihandinê (Torî Hevkarya Rojava THR) bi armanca hevkarî û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ku di vê demê de di rewşêki pir zehmetdane bi taybetî nebûna xwarin, vexarin û pêdiviyên herî serekî yên jiyanê radigihînîn. Em dê sînorên ku bi destê dewletên dagirker hatine çêkirin nasnekîn.”

Torî Hevkarî Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya dayî çapemeniyê de çend xalên di derbarê biryarbûna xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re wiha rêz kirin:

1. Em dê bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikîn ku heta destkeftiyên Kurdan yên şoreşa li Rojavayê Kurdistanê dikeve bin garantiyê û digeha armanca xwe.

2. Em daxwazê ji rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê dikîn ku sînorê Rojavayê Kurdistanê vekin, her wiha ev nêzîkatî bila nebe beşek ji ambargoyên aborî yên di her milî de li ser gelê Rojavayê Kurdistanê heyî

3. Em raya giştî hişyar dikin ku, em weke deverên raperînê yên Başûrê Kurdistanê dê bi hemû hêza xwe ya netewî, dê yekbûna gelê xwe pêşbêxîn û dê rê nedîn plangêriyên li dijî Kurdan biser bikevin.







ANF
Bewertung: 0.0/0
Zähler: 328 | Hinzugefügt von: MihoKurd
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: