Di Mîtolojiya Kurdan De Teyrê Sîmir
Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û
cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û
mir. Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye,
çar wate û texmînên cuda hene. 1.Sîmir teyrekî pir xweşik û rengîn e. Loma di wateya teyrê sî (30) reng de navê Sîmir lê kirine.
2.Sîmir teyrekî ku bi qasî sî (30) teyran mezin bûye. Loma jê re gotine
sî û mir ango sî (30) teyr. Mir di kurdî û farisî de tê wateya mirîşk û
teyr. 3.Gotina sî di etîmolojiya kurdî ya çûkan de jî heye ku
di navê çend çûkan de kîteya sî heye. Gotina sîmir jî, ji wan gotinan
yek e, wek: sîmir, sîsalek, sîmanok, sîberk û hwd… 4.Hinek jî
dibêjin ku koka gotinê ji mirinê tê. Ji ber ku Sîmir teyrekî pîroz e. Di
serdema kevir de ew sembola ruh û vîyanê bûye û ruhê mirov biriye
bihuştê. Loma li herêma Kurdistanê di serdema me de jî li ser hin tehtên
gorên kevn mirov rastî weneyên teyrên Sîmir tê. Sîmir semboleke totemîk
e. Navê Sîmir di Avestayê de Mereyo Saêna ye. Yanî Çûka
(teyrê) Saêna. Ev nav di sanskrîtî de jî syena derbas dibe û tê wateya
qertêl an jî baz. Bi farisî ji Sîmir re Sîmurg dibêjin. Li gor farisan
cîwarê Sîmurg (Sîmorx) li çiyayê Elburzê (nêzîkî bajarê Tehranê)
ye[çavkanî pêwîst e]. Di çîrokekê de Îsfendiyar li çiyayê Elburzê
Sîmirek kuştiye. Weha diyar dibe ku Sîmir ne yek e, cureyek ji teyran e.
Îro hemû arkeolog û dîrokzan hemfikir in ku rehîbên Heliopolîs çîroka
Teyrê Sîmir ji rojhilat girtine û birine Misira kevn. Di serayên Misra
kevn de naveroka wê guhertine û li gor xwe gotine û formeke nû danê.
Ereb ji Teyrê Sîmir re Enqai dibêjin[çavkanî pêwîst e]. Di efsane û
çîrokên ereban de jî welatê sîmir carnan Aryana ye ango Kurdistana
îroyîn e û carnan jî li çiyayê Qaf e. Li gor ereban çiyayê Qaf
ango çiyayên rojhilat. Zagros dikeve rojhilatê ereban û jê re gotine
Qaf. Tirk wek gelek çîrokên din vê çîrokê jî ji kurd û farisan girtine û
guhertine. Tirk jî, ji Sîmir re dibêjin Zümrüte Anka kuşu[çavkanî
pêwîst e] û li gor çîrokên tirkan jî cîwarê Sîmir çiyayê Qaf e.
Ewropî jî, ji Sîmir re dibêjin Phoenix û ev nav ji grekiya kevn derbasî
Ewropayê bûye. Di çîrokên hindî de vê rol û wezîfeya Sîmir dane qertêla
Garuda û di çîrokên çînî de jî dane Tanniao. Hinek dibejîn ku
teyrê Sîmir weha bi temen e ku wî sê-çar car dîtiye ku dinya xerab û ji
nû ve şên bûye. Di hinek varyantan de tê gotin ku temenê Sîmir 1700 sal
e. Di pirtûka Heywanên Fantastîk [çavkanî pêwîst e] de dinivîsîne ku
teyrê Sîmir herî kêm 500 sal jiyaye. Teyreki sor e û duvê wê
mîna zêr diçirise. Li gor efsaneyê dema êdî dawiya umrê wê tê, pûrtên wê
agir digrin û pêdikevin, ji xweliya pûrtên xwe ji nû ve tê afirandin.
Ango xwe di nav agir de vedijîne û carek din tê dinyayê. Ev bûyer ji
baweriya xelkê agirperest tê. Ji vir jî diyar dibe ku li Zagrosan e û
efsaneyeke kurd û îranî ye. Belê, efsaneya xelkê agirperest e.
Sîmir, di piraniya çîrokan de ne goştxwir e, lê di hinek çîrokan de jî
goşt dixwe. Di çîrokên kurd û farisan de Sîmir teyrekî efsanewî ye û bi
zimanê mirovan dizane. Teyrê Sîmir eqildar, hêzdar û dilovan e, hemraz
(sirdaş), alîkar û qencîxwaz e. Sîmir di warê tenduristiyê de zanyareke
mezin e. Bi taybetî rêwitiya dûr û dirêj dike. Weha rêwitiya dûr û dirêj
ku ne bi tenê li ser rûyê erdê, herweha di navbera erd û ezman de
difire. Li gor pirtûkên dînî dinya heft tebeq e, lê di çîrokeke
Sîmir de dinya 14 tebeq e. Heft tebeq li jêr û heft tebeq jî, li jor
in. Sîmir carnan di nav van tebeqan de difire. Ew mirov li pişta xwe
siwar dike û di nav van tebeqên dinyayê de dibe û tîne. Ji mirovan re
alîkarî dike û piştre jî du perikên xwe dikşîne û dibêje: "ha ji te re,
dema tu ketî tengasiyê, tu dikarî van herdu perikên min di hev re bidî,
wê demê, ez di cih de peyda dibim û têm alîkariya te…." Li gor
efsanan di serdema sumeran de Sîmir li Zagrosan giyayê Xama (Homa-Xaoma,
bi zazakî ji Xwedê re Homa dibêjin) parastiye. Ew giya li lûtikê (kopê)
çiya, li ciyekî nependî û asê bûye. Dema hewcedarî peyda bûye Sîmir
çûye ji Yezdan û mirovan re aniye. Sîmir bi vî giyayê nemir dikaribûye
temenê xwe û mirovan dirêj bike. Di hin çîrokan de, tê gotin ku tifa
Sîmir jî derman e û dema tifa xwe li birînan dide, birîn pê re derman
dibin. Firdewsî di berhema xwe ya epîk Şahname de di vê mijarê de weha dinivîse:
Ji Sam re kurek dibe. Navê Zal lê dikin. Bi Zal re nexweşiya albîno
hebûye. Laş û porê Zal wek pembû çîlspî bûne. Pêşî Zal ji Sam veşartine,
piştre dema ku Sam kurê xwe yê spî dîtiye "haho ev ji tovê îblîs e û
emir daye xulamên xwe ku ew bigrin û bibin li çiyê berdin û werin."
Hinek dibêjin ku gotiye bibin li çiyê bikujin û werin, lêbelê xulaman
ew ne kuştine û li çiyê hiştine û hatine. Teyrê Sîmir li çiya Zal dibîne
û Zal digre nav pençên xwe û dibe li hêlina xwe, bi çêlikên xwe re
xwedî û mezin dike. Sîmir Zal perwerde dike. Ew fêrî gelek huner û
zanînan dike. Sal derbas dibin, rojekê nêçîrvan Sam agahdar dikin ku Zal
di hêlîna Sîmir de bi çêlikên wê re dijî û çi babeegîtekî jê derketiye!
Sam çend xulamên xwe dişêne ku herin Zal bînin. Xulam diçin ji Sîmir
rica dikin ku Zal bibin cem bavê wî. Sîmir razî dikin û Sîmir
perikeke xwe dide Zal û jê re dibêje: "dema tu ketî tengasiyê wê
bişewitîne, ez ê di cih de bêm alîkariya te". Xatir ji Sîmir dixwazin û
diçin. Dem diçe dewran tê Zal mezin dibe û tê ber zewacê. Zal bi
Rûdabayê re dizewice. Rûdaba ducanî dibe û piştî neh mehan
dikeve ber birînên zarokanînê. Li gor varyantek, Sîmir tê bi nikulê xwe
li zikê diya Rustem dide zikê wê diqelîşîne û Rustem ji zikê wê derdixe û
bi tûka xwe ciyê birrîn û birînê rehet dike ku îro ji vê metodê re
dibejin metoda sezeryanî. Piştre hinek dibêjin ji ber ku Sezar jî bi vê
metode ji diya xwe re bûye, di termînolojiya bijûndariyê de navê
sezeryanî lê kirine, lê li gor varyanteke din, tê gotin ku Sezar pir
mirov jê kirine, loma ev nav li vê metodê hatiye danîn. Îro
piraniya arkeolog û dîrokzanan li ser dîtina ku di zamanê berê de, li
Zagrosan hindek balindeyên (teyrên) gelek mezin jiyane, hemfikirin. Di
sala 1959'an de ji zankoya Illinoisê Dr. Charles Reed bi komek hevalên
xwe yên arkeolog û dîroknas ve çûne li Başûrê Kurdistanê li şikefta
Şandiyarê ku dikeve ber ava Zêyê Mezin, dest bi kolanên arkeolojîk
kirine. Firehiya devê şikeftê 25 metre û bilindiya wê jî 8
metre ye. Di vê lêkolîna arkeolojîk de tiştên weha derketine ku dîroka
100 hezar salan ronî dike. Di serdema neçîrvaniyê de ev şikeft navenda
neçîrvanan bûye. Di dawiya lêkolîna xwe de rastî 17 cure skelet, per û
baskên teyrên dema berê hatine. Per, bask û skeletên wan gelek kevn û
mezin in. Wek mamût û dînazoran neslên wan balindeyan jî niha li dinyayê
nemane. Ji wan çend ên ku hatine tespîtkirin navên wan ên
latînî weha ne: çar skelet sîsarka bi rih (Gyptaeus barbatus); skeletek
sîsarka grîfîn (Gyps fulvus); heft skelet qertêla dûv spî ya deryayê
(Haliaetus albicilla) û skeletek jî bet (Otis tarda). Niha bi tenê bet
(Otis tarda) li herêmê maye û cînsên din nemane. Îro jî hîn li çiyayên
Kurdistanê sîsarkên (sîsalekên) ku bi latînî jê re dibêjin Gyps fulvus
hene. Grîfîn di wateya nikul çengel de ye. Di çîrok û xebroşkên îranî û
kurdan de Teyrê Sîmîr şahê teyran e. Civata çemê Zê ya wê demê
hêzeke îlahî ya mezin di van teyrên leşxwir de dîtine. Di girê Çetalê de
jî, li diwarê şikeftê hinek wêne li ser zinar hatine kolandin û perên
wan teyrên kovî û goştxwir di laşên wan de hatine nexşkirin.
Weha tê texmîn kirin ku ew mirovên ku di wan şikeftan de jiyane, teyr
girtine, rûçikandine û ji bo tilsimiyê perên wan bi xwe ve kirine. Him
di çîroka Ristemê Zal de û him jî di peykerên girê Çetalê de Sîmir mê
ye. Harold Lamb di romana xwe ya Rêwîtiya Dawiya Cîhanê -
Îskenderê Mezin (bi îngilîzî: Alexander of Macedon: The Journey to
World's End, 1955) de dinivîse ku "Qertelê magiyan ê mezin wek sembol –
teyrê ku di navbera însanên ku li ser rûyê dinyayê dijîn û Xwedayên ku
li ser rûye asîman dijîn de difire, diçe û tê - ev sembol bi awayekî
hatiye Ewropayê jî. Piştre ev qertel bûye xoşewîstê Zeus û wêneyên wî li
ser sancaxên lejyonerên Romayê hatine nexşandin. Serê qertêl
an jî ejdiya sembola efsane ya Rojhilat e. Yanî ya teyrê Sîmir ê pîroz
e. Bîzansiyan piştre bi eflatûnî rengandine. Lê çiqas kêm û ne zelal be
jî dişibe ejdiya. Piştre împeratorên alman, qiralên polonî û çarên rûsan
di armayên xwe de teyrên yekserî an jî duserî bi kar anîne."
Li ser pereyên Împeratoriya Romê yên madenî wêneyên Sîmir hebûne.
Qertelê ku niha jî sembola armaya parlamentoya Almanyayê ye û li ser
perê wan e jî, ji wê demê tê. Herweha qertêla duserî ya ku li ser birca
Heftbirayan a Amedê ye jî di dema Romayê de hatiye çêkirin.
Yanî wek ku Harold Lamb di romana xwe ya bi navê İskenderê Mezin de
nivîsiye ku ewropiyan ji kurd û îraniyan girtine û ji xwe re kirine mal.
Yani ev îlhama teyrê Sîmir e. Herweha teyrê Sîmir ne bi tenê
semboleke efsane û çîrokan e, ew di nav pêvajoyeke dûr û dirêj de bûye
sembola ariyan a hêz û dewletê jî.
Amed Tîgrîs, ji Amîdakurd
|
|