24.12.2012
Hewlêr - Hunermendê
Kurd Şivan Perwer got ku hunermendên Tirk ji bo çareseriya pirsa Kurd
tu tişt nekirin, ev şerm ya wan e. Perwer, li Berlînê di civîna danasîna
albûma xwe ya bi navê Şivanname de hunermendên Tirk ên pirsa Kurd ji
nedîte ve tên bi tundî rexne kir.
Hunermendê
Kurd Şivan Perwer diyar kir ku bi herî navdarên cîhanî re straya, lê
heta niha jî bi hunermendên Tirk re nestraye. Di vî warî de Perwer wiha
axivî: "Di rastiya xwe de pêwîstiya me bi aştî û dostayetiyê heye.
Hunermenda/ê ku bi çanda Tirkiyeyê hatiye perwerdekirin xwe nêzîkî pirsa
kurd nake. Wekî ku ti girift û kêşe tune, tevdigerin. Ev yek şerma hunermendên Tirk e.”
Perwer,
destnîşan kir ku bandora hunermendan li ser civakan pir e, divê
hunermendên Tirk jî xwe ji Kurdan dûr nexin û wiha pê de çû: "Ez amade
me. Em ji ti kesî narevin. Heke di navbera me de rêz û heskirin pêş
nekeve, em ê her bi hevdû re şer bikin. Şer û pevçûn ji bo herdu aliyan
jî zerarbexş e. Divê berê her kesî em hunermend xwe ji vê meseleyê dûr
nexin. Lewra ez bang li hunermendên Tirk dikim.”
Stranbêjê
navdar ê Kurd Şivan Perwer got ku Xweda her mirov yeksan afirandiye û
ev eletewşî û newekheviya heyî bi destê mirovan hatiye çêkirin.
Di
civîna çapemeniyê ya danasîna Şivannameya ku ji cotalbûma Gazind û
Destana Rojava pêk tê de Şivan Perwer daxuyand ku civaka Kurd û Tirk bi
salan di nava heman hest û çandê de pijiyane. Perwer, destnîşan kir ku
rengîniya civakan bi tolerans û têgihiştina hevdûqebulkirinê bi pêş
dikeve, divê her stran di vê oxirê de ji bo vê yekê bê strandin.
Herwiha
Perwer ji bo Serokomarê Iraqê Celal Talabanî yê ku li Nexweşxaneya
Charite ya Berlînê tê tedawîkirin jî daxwaza başbûna wî kir û wiha got;
"Mam Celal ji bo me kesayetiyekî pir hêja ye. Me xwest em wî bibînin, lê
belê niha ev yek ne pêkan e.”
Derheqê
gotûbêjên di TRT’ê Şeş’ê konserdayînê de jî Perwer wiha axivî: "Kî
xizmeta çanda me bike, em ê bi wan re bin. Giriftên siyasî rê li hinek
tiştan digire. Bivê nevê em jî xwe hinek ji van tiştan dûr dixin. Nexwe
her derfet û her saziya ku xizmeta ziman û çanda me dike li cem me cihê
wê heye.”
Rûdaw