Malbata min malbatek feqîr û cotkar bû. Bav û
xalên min jî, baş distriyan. Dengê min, zêdetir dişibe dengê xalê min.
Min ji birayê xwe ê mezin jî gelek tişt wergirt. Gelek sitranan fêrî min
kir. Dengbêj dihatin mala me. Bavê min, ji wan hez
dikir. Heta nîvê şevê rûdiniştin û sitranan digotin, çîrokan vedigotin,
çîkufte diecinandin. Dema ku wan çîrokan vedigotin, tu dibêkê ez dibûm
lehengekî wan çîrokan. Ez di çoka bavê xwe de rûdiniştim û min
li çîrokan guhdar dikir. Dotira rojê jî, min çîrok û sitranên wan
digot. Hemû kes şaş dibûn. Dema ku min li wan çîrokan guhdar dikir,
hestek li cem min peyda dibû. Ji xwe ji ber tunebûna nivîsê,
kurdan hemû tiştên xwe bi sitranan vegotine. Diranekî yekî biêşe, ji êşa
diranê xwe dest pê kiriye û sitran û çîrokek afirandiye.
|
|