30.01.2013
Heleb – Li gor nûçeyek ajansa
Firat`ê beşê Erebî, îro dema ku endamên şebîhe yên rêjîma Beşar Esed
hêrişî ser bazgehek ewlekariyê ya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
li taxa Şêx Meqsûd ya Rojava kirin şer û pevçûnek di navbera wan û hêzên
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de derket.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku di encama şer û pevçûnan de şebîheyek hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.
Xendan