Hauptseite » Online Spiele » Kurdistan

ji Sedî 50’î rûniştvanên Serêkaniyê vegeriyan malên xwe

26.12.2012

Serêkaniyê  - Piştî şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG)û grûpên Îslamî yên çekdar de, li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê rawestiya, rûniştvanên bajêr vedigerin malên xwe.

Çalakvanê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê yê ji bajarê Serêkaniyê Ehmed Hiso di daxuyaniyekê de ji Rûdawê got: "Piştî rewşa Serêkaniyê aram bû, hejmareke zêde ya rûniştvanên wê vegeriyan bajarê xwe. Heta niha zêdetirî  sedî 50’ê rûniştvanan vegeriyaneç Lê taxên di bin destê grûbên Îslamî de ne, hîn jî vala ne.”


Ehmed Hiso ku niha li bajarê Serêkaniyê alîkariyên mirovî bi ser xelkê de parve dike, eşkere kir ku kurdên Rojava yên li welatên biyanî 6 milyon lîreyên Sûrî gihandine Serêkaniyê. Niha ev arîkarî bi rêya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gel tê parve kirin.”

Hiso li Serêkaniyê endamê ENKS’ê ye û bang li tevayî saziyên mirovî kir ku alîkariya xelkê Serêjaniyê bikin.


Rûdaw

Bewertung: 0.0/0
Zähler: 294 | Hinzugefügt von: AdnaN3861
Kommentare insgesamt: 0
Vorname *:
Email *:
Code *: