28.12.2012
Silêmanî -
Serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê
PYD’ê Salih Muslim li Başûrê Kurdistanê didome. Şandeyê piştî
hevdîtina bi Komîteya Navendî ya YNK’ê re, îro bi Serokê Giştî yÊ
Tevgera Goran Noşîrvan Mustefa re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin
bi qasî 45 deqeyan berdweam kir. Mijarên sereke yên hevdîtinê alîkariya
ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê û embargoya lis er Rojava bû. Noşîrvan
Mustefa derbarê naveroka hevdîtinê de agahî dan me û got: "Me derbarê
rewşa Kurdan li Rojava û bi giştî Sûriyeyê de nîqaş kir. Em destekê
didin têkoşîna gelê Rojava ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa.”
Hevserokê
PYD’ê Salih Muslim jî da zanîn ku ev demek dirêj bû dixwestin
hevdîtineke wiha pêk bînin û diyar kir ku hevdîtin bi erênî derbas bû.
Muslim got: "Birêz Noşrîvan Mustefa di siyaseta Kurdan de xwedî
tecrubeyên girîng e. Me ji wan xwest ku tecrubeyên xwe ji bo têkoşîna
rojava vebêje û piştgirî bide. Em xwest ku vê piştgiriyê di asta tevger û
Parlementoyê de bide. "
Piştî hevdîtinê, bi Sekreterê Giştî yê
Partiya Pêşverû ya Kurd le Sûriye û endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK)
Hamid Hecî Derwêş re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de Derwêş bal
kişand ser lîstokên xeter ên li ser DBK’ê û diyar kir ku divê hêza DBK’ê
ku yekitiya gelê Rojavayê Kurdistanê ye were xurtkirin. Her wiha
Derwêş destnîşan kir ku ji bo hin alî ji DBK’ê vebikişin hin aliyên
Başûrê Kurdistanê zextê li wan dike.
Hevserokê PYD û Endamê DBK’ê
Salih Muslîm jî da zanîn ku DBK pêkhateyeke girîng a demokratîk a
Kurdan e û ji hukûmeta Başûrê Kurdistanê xwest ku demek beriya demekê
embargoya li ser Rojavayê Kurdistanê rabike.
ANF